Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl de kesek hat girtin 2021-06-23 08:28:51 ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê windabûna Hurmuz Dîrîl de ku 533 roj in agahî jê nayê girtin de Apro Dîrîl ê hatibû binçavkirin, hat girtin.    Hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliye kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Dîrîl piştî 70 rojan li qerexê Çemê Hezilê hatibû dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Dîrîlan de di 20'ê hezîranê de Apro Dîrîl ê li gundê Mehrî dijî jî di nav de 3 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li qereqola polisan her sê kes sewqî edliyeyê hatin kirin.    Apro Dîrîl û her du kesên pê re bi daxwaza girtinê ji dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin û li dadgehe her du kesên bi Apro Dîrîl re bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Apro Dîrîl jî hat girtin.    Apro Dîrîl ku tenê ew li gund dijî beriya niha jî hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.