Dadgeha Dihokê salek ceza li rojnamevan Umêd birî 2021-06-22 17:10:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Dihokê ji ber du dozên cûda salek cezayê hefsê li rojnamevan û aktîvîst Umêd Beroşkî birî.   Rojnamevan û aktîvîst Umêd Beroşkî ji 3 dozan îro li Dadgeha Dihokê hate dadgehkirin. Beroşkî û herdu parêzerên xwe Remezan Doskî û Rêvîng Berwarî beşdarî danişînê bûn. Li gorî agahiyên birayê Beroşkî, Mahîr Beroşkî dane Rojnewsê, li Umêd 6 doz hatine vekirin û îro 3 doz rojeva dadgehê bûne. Dadgehê rûniştina 3 dozên li Umêd hatin vekirin ji bo meha Tîrmehê paş xist.   Ji ber ku Beroşkî li ser hesabê xwe yê Facebookê nûçeya serdegirtina mala Mamosta Bedel Berwerî ya ji aliyê asayîşê ve parve kir, herwiha li ser lidarxistina xwepêşandanan û qalkirina efserek polîs parvekirin kirine  ev hersê dozên îro ji ber hatin dadgehkirin lê hatibû vekirin. Beroşkî parastina xwe kir û diyar kir ku wan daxwaza destûra  xwepêşandanê kirine, lê bersiva wan nehatiye dayîn.   Tevî parastina parêzer û Umêd jî dadgehê ji dozekê 250 hezar dînar ceza û li her du dozên din jî salek cezayê hefsê lê birî.    Wê di 29’ê tîrmehê de Umêd Beroşkî û Mamosta Bedel Berwerî li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê careke din werin dadgehkirin.