Hevdîtinên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e li Silêmaniyê didomin 2021-06-22 16:31:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e ya Navneteweyî li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) kir û li ser êrişên Tirkiyê û şerê kurd ê navxweyî axivîn.    Li Silêmaniyê hevdîtinên şandeya Şandeya Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e ya Navneteweyî berdewam dikin. Şandeyê di vê çarçoveyê de serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) kir. Di hevdîtinê de êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û gengaziya şerê kurdan ê navxweyî guftogo kirin.    'DEM DEMA DESTKEFTÎ Û AZADIYÊ Y'    Endama Şandeyê Înîsiyatîfê Niko Vogel got: “Em piştgiriya gelê kurd dikin û em ji bo alîkariya gelê kurd hatine. Pêşiya şerê kurdkujî bigirîn. Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne. Em bi xebata jinan dilxweş in. Em hêvîdarin ku zêdetir pêş bikevin. Ji ber ku azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe.”   Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah jî axivî û got: “Em bi hatina we gelek dilxweş in. Di heman demê em ji ber astengiya li Hewlêrê li pêşiya we pêk hatî xemgînin. Bi salane em di nava têkoşînê de ne. Lê heta niha negihîşte armanca xwe. Lê niha destkeftî û azadî bi dest dikeve. Ev jî bi saya bîrdoziya Rêber Ocalan e.”   Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên jî axivî û wiha got: “Em dilxweş in ku çavê gelê Kurd namîne li alîkariya dewletên Ewropa. Lê, bendewariya gelê Kurd li hevkarî û piştevaniya gelên Ewropa heye. Ji ber ku dewlet berjewendiyên hev diparêz in û gel jî hevdu diparêz in.”   SERDANA HIZBA ŞÎU   Şandeya Înîsiyatîfê piştî serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) çû serdana Baregeha Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) ya li Silêmaniyê û li gel şandeyek Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) civiya.   Piştî hevdîtinê Endama Şandeyê Niko Vogel daxuyanî da û got: “Me li ser rewşa vê dawiyê ya Kurdistanê fikrên xwe bi hev re parve kir. Gelek xalên hevbeş di navbera me de hebû. Bi taybet li dijî dagirkeriyadewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê.”   Her wiha Berpirsê Komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) ya Silêmaniyê Osman Zîndanî ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Hatina vê şandeyê ku li dijî dagirkeriyê ye, piştgiriya ji bo mafê rewa yê gelê Kurd û cihê şanaziyê ye ku ji bo Kurdistanê van hewldanên aştiyê dike.”