Emîne Şenyaşar bi zorê rakirin nexweşxaneyê 2021-06-22 16:23:09   RIHA - Emîne Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê derxist ser pêpelûkên Edliyeya Rihayê ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Li ser vê rewşa Şenyaşar nebaş bû û rexmî ku red kir jî polisan wê bi zorê rakirin nexweşxaneyê.    Nobeta lêgerîna "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê birîndar xelas bû, di roja 106'emîn de berdewam dike. Ji aliyê polisan ve derbarê malbatê ku tevahiya nobetê hat astengkirin de "biryarên" nû hatin girtin.    SEKNA LI SER PIYA QEDEXE YE!   Beriya niha bi daxwaza hevdîtina bi dozgerê dozê re malbatê gelek caran daxwazname da. Îro jî dîsa ji bo ku daxwazname bide ket avahiya edliyeyê. Ji ber ku bersiva daxwaznameyê nehat dayîn Malbata Şenyaşar, got ku muxatab nabînin û bertek nîşanî rewşa ku dijîn da û bi dovîzên "edalet" li pêpûlaka avahiya edliyeyê dest bi rûniştinê kirin. Piştî ku lorîk û zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyeyê olan dan, polisan li hewşa edliyeyê runiştin û sekna li ser piya qedexe kir. Rexmî qedexeyê jî malbat sekna xwe ya li vir didomîne. Polisan gef binçavkirinê li rojnameger û welatiyan xwar.   REWŞA DAYIKA ŞENYAŞAR NE BAŞ BÛ   Li ser astengkirina polisan Emîne Şenyaşar, got ku êdî dilê wê bêedaletiyê tehemûl nake û rewşa wê nebaş bû û ket erdê. Ambûlansa ku hat cihê bûyerê mudaxaleyî Şenyaşar kir. Rexmî ku Şenyaşar red kir jî polisan bi zorê wê revandin û birin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Ersoy. Parêzerê malabtê Gokhan Dayik, got ku ji ber mudaxaleya polisan li cihê bûyerê tansiyona Emîne Şenyaşar rabûye. Parêzer Dayik, got ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ne erênî ne jî neyînî bersiv nade daxwaznameyên Malbata Şenyaşar.    Hat hînbûn ku tansiyon û şekirê Emîne Şenyaşar rabûne û bijîjkan bi dermanan mudaxaleyî wê kirine.    GEFA LI NÛÇEGÎHANÊ ME   Amîrê polisan ku hat ber avahiya Şenyaşar lê rûdinê, gef li nûçegîhanê me yê li derveyî hewşa edliyeyê xwar û jê re ev tişt got: "Li holê xebateke rojnamegeriyê tune ye, dûr biçe, heke ez bibînim tu dîmenan bikişînî ez ê te binçav bikim." Polisan dema ku Emîne Şenyaşar rewşa giran bû jî nûçegîhanê me asteng kirin. Rexmî ku li derveyî hewşa edliyeyê jî polisan milê nûçgegîhanê tewandin û hewl dan telefona wî desteser bikin. Herî dawî polisan nûçegîhanê me ku mehmeleya xerab lê kirin derxistin derveyî bloqên betonê yên li pêşiya edliyeyê.