Girtiyên ji Efrînê: Îşkence li me kirin û gefa destdirêjiyê li me hat xwarin 2021-06-22 15:45:05   MÊRSÎN – Welatiyên sivîl ên ji Efrînê ku piştî operasyona li Efrînê anîne Tirkiyê û hatine girtin diyar kirin ku ew di binçavan de bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane, zorê dane wan ku qebû bikin YPG’yî ne û gefa destdirêjiyê li xwişk, hevjîn û dayikên wan hatine xwarin.    Parêzerên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Çûkûrovayê li li girtîgehan çûn serdana welatiyên sivîl ên ji Efrînê ku piştî oprasyonê anîne Tirkiyê û hatine girtin.    Parêzerên Komeleyê li Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T bi girtî Îdrîs Mustafa û Mesûd Mecîd Kilkavî re di 15’ê hezîranê hevdîtin pêk anîn. Parêzeran vê hevdîtinê wek rapor amade kir û bi raya giştî re parve kir.    Li gorî raporê di hevdîtinê de herdu girtiyên ji Efrînê diyar dikin ku piştî OSO Efrîn dagir kiriye tên binçavkirin û 12 rojan di binçavan de bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû mane. Herdu girtî destnîşan dikin ku di binçavan de zext li wan hatine kirin ku qebûl bikin endamên YPG’ê ne û gefa destdirêjiyê li jinên ferdên malbata wan in were kirin li wan hatine xwarin. Herdu girtî her wiha destnîşan dikin ku ji aliyê OSO’yê ve hatine revandin û radestî MÎT’ê hatine kirin. Girtî diyar dikin ku bi hêcetên cuda bi dehan sal cezayên giran li wan û li gelek girtiyên din ên ji Efrînê hatine birîn.