Şertên kontrola edlî yên Hevşaredar Elîk û Oncu hatin rakirin 2021-06-22 15:41:38   MÊRDÎN - Şertên kontrola edlî yên Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu hatin rakirin.    5’emîn danişîna doza Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu yên piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hûndir ve qeyûm hat tayîn şûna wan hatibû kirin, hatibûn girtin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Hevşaredarên ku negirtî tên darizandin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî danişînê nebûn. Danişîna ku parêzer amadebûn bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    Parêzerên ku di danişînê de daxwazên xwe anîn ziman, diyar kirin ku beyanên “şahidê nepen” ên derbarê Elîk û Oncu de û hêmanên ku weke delîl xistin dosyayê hemû vala hatine derxistin û xwestin ku demildest biryara beraetê were dayîn. Dozger xwest ku derbarê hevşaredaran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza were dayîn. Şandeya dadgehê hin daxwazên parêzeran qebûl kir û biryara şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de were rakirin da.    Dadgehê danişîn taloqî 4’ê mijdarê kir.