Serdanên sersaxiya şîna Denîz Poyraz berdewam dike 2021-06-22 14:12:40   ÎZMÎR - Serdanên sersaxiya ji bo şîna Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê hatibû qetilkirin berdewam dike.    Şîna ji bo endama HDP’ê Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin li ber nûnertiya HDP’ê ya li taxa Çîmentepe ya Îzmîrê berdewam dike. Dayika Poyraz, Fehîme Poyraz û bavê wê Abdulîlah Poyraz, parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî û rêveberên HDP’ê serdanên sersaxiyê qebûl dikin.    Dayikên Aştiyê, Komeleyên Demokratîk ên Elewî, nûnerên Komeleya Bekiriyan a Êlihê ku li Stenbolê ye û Yekîtiya Ciwanên Bekiriyan serdana sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Peyamên sersaxiyê yên girtiyan ên ji girtîgeh Şakranê û Bandirmayê hatin şandin jî hatin xwendin.    Serdanên ji bo şînê berdewam dikin.