Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê: Faîlên esil li Enqereyê ne 2021-06-22 13:20:48   ÎZMÎR - Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê diyar kirin ku êrişa li dijî avahiya wan êrişek organîzekirî ye û gotin: “Ji bo berjewendiyên xwe xwînê rijandin, faîlê esil li Enqereyê rûdinê.”    Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîranê de avêt ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê û endama partiyê Denîz Poyraz qetil kir.    Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî têkildarî êrişê ji ajansa me re axivîn.     ‘ÊRIŞ ORGANÎZEYA ÎQTIDAR3E YE’    Parlamenter Mûrat Çepnî destnîşan kir ku berpirsiyariyê êrişê AKP û MHP’ê ne û îqtidar dixwaze ser êrişê binixûmîne. Çepnî pirsa “Kujer çawa çûye Sûriyê” kir û got: “Ew bi çi armancê çûye Sûriyê? Li Sûriyê karê tenduristiyê kiriye an jî li wir perwerdehiyê leşkerî wergirtiye? Jixwe kujer li xwe mikur hat û gotiye wî perwerde girtiye. Dema em hemû pirsan tînin ber hev û li meseleyê dinêrin êriş wek êrişek organîzekirî xuya dike. Heta niha îfadeyên kesî nehatiye wergirtin. Pêvajoya binçavkirin û girtina kujer organîzekirina komkujiyekê jî radixe ber çavan. Li ser sûc hatin girtin.”    ‘FAÎLÊ ESIL LI ENQERÊ YE’    Parlamente Serpîl Kemalbay wiha got: “Ji bo berjewendiyên xwe xwînê rijandin. Fîlê esil li Enqereyê rûdinê. Ev êriş karê kesên dixwazin tarîbûnê li Tirkiyê çêkin e. Ev bûyer bêyî agahiya MÎT’ê ne mimkin e. Parvekirinên wî yên di medya civakî de kî jê biriye.”