Ji bo Tuzel û Şik jî qedexeya siyasî tê xwestin 2021-06-22 12:25:50   ENQERE - Di îdianameya girtina HDP’ê de ji bo Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û Cîgirê Serokê EMEP’ê Levent Tuzel jî bi hêceta endamên HDP’ê ne qedexeya siyasî tê xwestin.    Îdianameya doza derbarê girtina HDP’ê de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hat pejirandin. Di îdianameyê de derbarê Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Ahmet Şik û Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel jî bi hêceta endamtiya wan a li HDP’ê didome, qedexeya siyasî tê xwestin.