Parêzerên Doza Kobanê: Hiqûqa dijminane bi tundî tê sepandin 2021-06-22 11:55:33   ENQERE - Ji parêzerên Doza Kobanê Çîgdem Kozan diyar kir ku Tirkiye di ferastea DMME’yê de rekora binpêkirna şikandiye û got: “Têgeha hiqûqa dijminane bi tundê tê sepandin.”    Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di roja heftemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku 24 girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd jê tên darizandin, dest pê kir. Parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kesên din dozê dişopînin.   MÎNA KU PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ NEQEWIMIYE HATIYE NÎŞANDAN    Parêzera siyasetmedar Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan xwest axaftina miwekîla wê ya li Meclîsê ji dosyeyê were derxistin. Kozan da zanîn ku axaftinên miwekîla wê yên li Meclîsê di çarçoveya azadiya siyasî de ye û li vî welatî pêvajoya çareseriyê hat birêvebirin û ji bo pêvajoyê yasayek hatibû derxistin û li gorî vê yasayê axaftina kesên ji pêvajoyê berpirsiyar bûn nabe ku bibe sûc. Kozan got miwekîla wê endamek Şandeya Îmraliyê bû. Kozan diyar kir ku twîta HDP’ê ya bang li xelkê kiriye nabe ku bibe mijara banga tundiyê û ew banga hatiye kirin jî piştevaniya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bû. Kozan anî ziman ku miwekîla wê 20 sal in di qada jinan de têdikoşe û got: “Tirkiye di têgihiştina DMME’yê de rekorên binpêkirinê dişkîne. Têgeha hiqûza cezayê dijminatiyê bi tundî t ê sepandin. Muxalefet qet ji yasayên azadiya rêxistinkirinê sûd wernagire. Li welatê me ev sepan qet nayê sepandin. Di biryara DMME’yê de pir eşkere tê gotin ku mafê siyasetê yê miwekîla min tê astengkirin. Daxuyanî û îfadeyên şahid pişt re li dosyeyê hatine zêdekirin. Sûcariyên ku nîn in jî di dosyeyê de hatine bicihkirin. Ez berdana miwekîla xwe dixwazim.”    Danişîn bi parastinan berdewam dike.