Nedîtina şopa guleya li dîwar xemsariya li hemberî bûyerê dide nîşandan 2021-06-22 10:44:55   ÎZMÎR - Koma lêkolînê ya polîsan bi awayek rêkûpêk li avahiya HDP’a Îzmîrê lêkolîn nekiriye û şopa guleyê ya li odeyekê nehatiye lêkolînkirin. Ev yek jî hêz dide rexneyên ku lêkolîn bi ser re hatiye kirin.    Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîranê de bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê de girt û êriş pêk anî. Kujer di êrişê de endama HDP’ê Denîz Poyraz jî qetil kir. Qetilkirina Poyraz li pey xwe bertek û nîqaşên mezin anîn. Parêzerên HDP’ê dibêjin ku lêpirsîna têkildarî qetilkirina Poyraz bi ser re hatiye kirin û hûrguliyek din ku parêzeran mafdar derdixe derket holê.    Hêj 24 saet di ser êrişê re derbas nebû darizandin û lêkolîna derbarê kujer Onur Gencer de bi awayek têrkirî hat dîtin û dan girtin. Ji vê jî tê fêmkirin ku lêkolîna cihê bûyerê bi ser re hatiye kirin.    Koma lêkolînê ya polîsan ku li avahiya HDP’a Îzmîrê pêk anî, şûna guleyên kujer berda ye û cihê zirar dîtiye 36 noqte hatin nimarekirin. Lê belê odeya Yekîneya Rêxistinkirinê ya partiyê nehatiye lêkolînkirin û vê koma lêkolînê guleya li dîwarê odeyê ketiye di lêpirsînê de nehatiye bicihkirin.    Ji ber ku cihê bûyerê bi kêmasiyên bi vî rengî hatiye lêkolînkirin, gumanên derbarê guhertina lêpirsînê jî mezin dike.    ‘XEMSARIYÊ DIDE NÎŞANDAN’    Endamê Meclîsa HDP’ê Tefîk Kaçar destnîşan kir ku şopa vê guleya li dîwarê odeyê ku nehatiye ferqkirin nîşan dide ku lêpirsîn bi ser re hatiye kirin. Kaçar anî ziman ku xemsariya li hemberî êrişê û qetilkirina Denîz Poyraz ji kêliya ewilî ya bûyerê dest pê dike û di van kêmasiyên lêpirsînê de jî xuya dike ku ev êriş sivik û biçûk li ber çavan hatiye girtin.