Li Panosê 4 kes hatin girtin 2021-06-22 10:03:10 AGIRÎ - Ji 6 kesên ku di 20’ê hezîranê de li navçeya Panosê hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin girtin.    Li navçeya Panosa Agiriyê di serdegirtinên malan ên 20’ê hezîranê de 6 kes hatibûn binçavkirin. Şîrîn Kûrt, Resûl Kûrt, Coşkûn Çetres, Îsmet Gurel û Îslam Acar ên hatibûn binçavkirin piştî li Miduriyeta Polîsan a Panosê îfadeyên wan hatin girtin, duh şev sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfadeyên her şeş kesan girtin Şîrîn û Resûl Kûrt berda û Abdulah Kûrt, Coşkûn Çetres, Îsmet Gurel û Îslam Acar bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin. Dadgehê her çar kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin û şandin girtîgehê.