Nîşana gurgeboz bûye sembola zilamên ku jinan dikujin 2021-06-22 09:04:35 ÊLIH - Siyasetmedarên jin, nîşana gurgeboz ku kujerê Denîz Poyrazê çêkiribû bibîr xistin û anîn ziman ku nîşana gurgeboz, bûye sembola zilamên jinan dikujin û dest dirêjî jinan dikin.  Onûr Gencer êrîşî avahiya HDP'a Îzmîrê kiribû û li avahiyê xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kuştibû. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê êrîşê didomin.    Piştî êrîşê wêneyên kujer Gencer derketibûn holê û di van wêneyan de nîşana gurgeboz kiribû. Siyasetmedarên jin, wêneyê Gencer ê tê de nîşana gurgeboz kiriye şîrove kirin û gotin: "Nîşana gurgeboz, bûye sembola kujer û kesên destdirêjiyê dikin."    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Gulîstan Sonuk, cinaetên salên 90'î bibîr xistin û got: "Carinan li malan, carinan li nav kuçeyan û carinan jî li ber çavê zarokan an jî civakê bi dehan komkujî pêk hatin. Herî dawî li Îzmîrê hevalek me hat kuştin. Li Kurdistanê komkujiyên jinan li ber çavê dewletê dihatin kirin. Lê belê vê carê avêtin ser avahiya HDP'ê û bi awayekî plansazî komkujiyek pêk hat."    Sonuk bibîr xist ku li Êlihê çawîşê pispor Mûsa Orhan jî ku dest dirêjî Îpek Erê kiribû û bûbû sedema Îpek Erê, nîşana gurgeboz kiribû û bi vî awayî wêne girtibûn. Sonuk, anî ziman kujerê Poyrazê Onûr Gencer jî bi heman awayî wêne girtine. Sonuk, destnîşan kir ku feraseta komkujer bi heman nîşanê li hev kom dibe.    DIBE KU GENCER JÎ WEKÎ ORHAN BÊ BERDAN    Sonuk, bilêv kir ku ya girîng bê aşkerekirin ku kî li pişta Gencer e û dibe ku Gencer jî wekî Mûsa Orhan bê berdan. Sonuk, destnîşan kir ku dê jin xwedî li mîrateya Poyrazê derkevin û dê bi berxwedana jinan kujer li ber darazê hesab bidin.    DÎWARÊ TIRSÊ HAT RÛXANDIN    Hevseroka HDP'a Êlihê Fatma Ablay jî destnîşan kir ku ji ber hedefgirtinên îqtidara AKP-MHP'ê ev komkujî pêk hatiye û gava îqtidar ditengije komkujiyan dixe dewrê. Ablay got: "Ev gel, dîwarê tirsê rûxandiye. Bi deh hezaran kesên piştî kuştina Poyrazê daketin qadan ev yek nîşan dan."    Ablay, anî ziman ku dê jin li dijî vê feraseta komkujer li br xwe bidin û dê tu carî ji berxwedana xwe daneyên xwar.    Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin jî got: "Wekî dêya hevrêya me Denîz jî got, çi qasî bi ser me de tên bila bên, em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku îqtidarê HDP'ê hedef nîşan dide Poyraz hat kuştin."    Korkmaz, nîşana gurgeboz ku kujer Gencer kiribû û wêneyên bi çekê û kincên eskerî girtibûn bibîr xist û anî ziman ku ev yek bûye sembola zilamên jinan dikujin û dest dirêjî jinan dikin.