Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 51 kes mirin, 5 hezar û 294 kes jî pê ketin 2021-06-21 20:19:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 294 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 294 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 236 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 375 hezar û 593.