Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Tirkiye sûcê şer dike 2021-06-21 15:32:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, derbarê serdanên xwe yên li Herêma Kurdistanê de li Brıkselê daxuyanî da û ev tişt got: "Tirkiye sûcên şer dike, gundan vala dike û dixwaze herêmê dagir bike."   Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ku serdana Herêma Kurdistanê kir û hin hevdîtinan pêk anî, li Clûba Çapemeniyê (Press Club) ya li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapameniyê li dar xist. Înîsiyatîfê, diyar kir ku Yekitiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) naxwazin êrişên ku Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê didomîne bên dîtin. Endamên înîsiyatîfê, astengiyên ku li herêmê pê re rû bi rû man, armanca serdana xwe û tiştên ku hatin serê wan parvekirin.    VERMAÛT: GUND TÊN VALAKIRIN   Endamê Departmana Tifaqa Parastina Maf û Azadiyên Navneteweyî (AIDL) ku di bin sîwana tifaqê de binpêkirinên mafan lêpirsîn dike Andy Vermaut, diyar kir ku Tirkiye sûcên şer dike, gundan vala dike û dixwaze herêmê dagir bike û ev tişt gotin: "Dewleta tirk bi droneyan li ser gundan zextê çêdike û zorê li gel dikin ku herêmê terk bikin. Mirovên ku diçin wir tên astengkirin û herkes weke terorîst tê dîtin. Me xwest em bi mirovan re hevdîtin bikin, lê em hatin astengkirin. Me hîn kir ku ji ber bomberdûmanên Tirkiyeyê gelek mirov di nav şertên zor de li wir dijîn. Li Metînayê hezar û 500 gundiyan neçar man gundên xwe terk bikin. 22 gund hatin valakirin. Mirov neçar man ji gundên xwe birevin û êdî nikarin vegerin jî Ev jî dibe sedem ku rêxistinbûna civakî xera bibe. Di heman demê de xesar li xwezayê jî tê kirin. Li derveyî qanûnan dar tên birîn. Kewarên mişên hingivî xesar dibînin. Lİ ser cotkaran zexteke mezin heye."   Vermaut, tespîtên ku li herêmê kirine wiha rêz kir:    “* Li Metîna 7 hezar donim qada daristan hat şewitandin.   * Hîn kir ku darên hatine birîn bi sedana qamyonan birine Tirkiyeyê.   * Niha gundî neçar in ku sewalen xwe bifiroşin, lewre deverên ku sewalên xwe bibinê nemane. Nikarin biçin zozan û çiyayan. Nikarin sewalkariyê bikin.    * Li Avaşînê 16 gund hatin valakirin. Tirkiye ket van gundan. Ev jî dagirkirina xaka Iraqê ye.    * Em bang li Iraq û civaka navneteweyî dikin ku pêşî li vê bigirin."    SCHNEBLI: ŞEREKÎ KU NAXWAZIN EM BIBÎNIN HEYE   Endamê berê yê Meclisa Şaredariya Cenevreyê Tobia Schnebli, bal kişand ser astengiyên ku li Almanya û Hewlerê ji wan re hatine derxistin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Polisên alman berî ku em biçin Hewlerê em lêpirsîn kirin. Ji min hinceteke derbasdar dixwestin. Dema ku em vedigeriyan pêşwaziyeke wiha çêdibû. Me bi zorê ji Hewlerê şandina Frankfûrtê. Ev parçeyekî şerê hatiye jêbîrkirin e. Niha dibînin ku qet nehatiye jêbîrkirin. Şerekî ku ji me vedişêrin. Ditirsin ku ev şer li Ewropa bê bihîstin. Lewre ev şerekî li dijî mirovahiyê ye. Diviya ev bi awayekî bihata piştrastkirin. Sûcên şer hene. Dixwazin ku em êrişên Tirkiyeyê nebînin. Surprîza ku bandoreke giran li min kir jî astengkirina welatekî Ewropayê yê mîna Almanyayê bû. Astengkirina Almanyayê dûrî aqilan bû.    'FIROTINA ÇEKAN ŞERM E'   Di berdewamê de Schnebli, bi lêv kir ku li herêmê şer, sûcên şer heye û wan jî bi awayekî radîkal xwestine vê belge bikin û wiha pêde çû: "Me ji bo vê deng girt û hatin hilbijartin. Divê em mafê gelên ku di bin zextê de ne biparêzin. Di serî de gelê kurd tê. Welatê min Swîsre jî çekan difiroşe Tirkiyeyê. Drone ne tenê li Kurdistanê li Ermenistanê jî ji bo qetilkirina sivîlan hatin bikaranîn. Ev di heman demê de şerma Swîsreyê ye. Divê ku di şertên şer de sivîl bên parastin lê Swîsre ji bo sûcên şer bike çekan difiroşe Tirkiyeyê."   COURTOIS: SEKENEKE DIJBER A PDK'Ê HEYE    Ji sendîkaya karkeran a FTGB'ê Quentin Courtois jî destnîşan kir ku armanca wan rawestandina êrişan û pêşxistina diyaloga di navbera hêzên kurd de bûye û ev tişt anîn ziman: "Hêzên PDK'ê serdana me ya Şengalê asteng kirin. Ji aliyê PDK'ê ve sekneke dijber hebû. Li partiyên ku me xwest bi wan re hevdîtin bikin geriyan û hevdîtinên me yên bi wan re betal kirin. Ji 10'ê hezîranê ve em agahî ji 3 kesên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nagirin. Dema ku Berpirsê Karên Derve yê Herêma Kurdistanê hat hevdîtina bi me re bi 9 endamên îstixbaratê re hat. Hat qedexekirin ku em li ber Ofise NY'yê daxuyanî bidin û serdana cihên êriş li wan hatine kirin bikin. Me di otelê de girtin."   'EM BI SER KETIN'   Di berdewama axaftina xwe de Courtois, ev tişt gotin: "Me ji bo yekitiya hêzên kurd hevdîtinan kir. Li gorî min jî ev destpêk û nîşaneya tifaqê ye. Ev peyaman yekitiyê ya hêzên kurd bû. Belim ku vekişandina Tirkiyeyê pêk nanî lê dîsa jî hêzên kurd li dor meseyekê li hev civiyan. Ez di wê fikrê de me ku em bi serketin. Bila şaş neyê fêmkirin, ji bo ku em cihê kurdan bigirin ne li vir in. Lê YE û NY tiştekî nakin. Lê ev rol û karê wan e. Li cihên ku sûcên şer tên kirin rola wan heye. Ji ber ku ew rola xwe nalîzin weke welatiyên Ewropayê me ev înîsiyatîf girt ser xwe. Tişta herî şerm jî bêdengiya çapameniyê ye."