Di ser êrişê re 4 roj derbas bûn lê hê jî îfadeyên wan nehatine girtin! 2021-06-21 14:14:36 ÎZMÎR - Rexmî ku 4 roj di ser êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê re derbas bû jî hê îfadeyên rêveberên Polîgon Îzmîr ku kujere Denîz Poyraz, Onûr Gencer lê perwerdeya çekê dîtiye û kesê bi navê Alîcan ku perwerdeya çekê daye Gencer nehatine girtin.     Kujer Onûr Gencer, di 17'ê hezîranê de êrişî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kir û endama HDP'ê Denîz Poyraz qetil kir. Gencer, di îfadeyên xwe de gotibû ku timik çûye du polîgonan û perwerdeya çekê girtiye. Yek ji van polîgona ku Gencer çûyê li navçeya Kemalpaşayê Polîgon Îzmîr e. Li vir kesê bi navê Alîcan perwerdeya çekê daye Gencer. Derket holê ku Gencer di nav salekê de 7 caran çûye Polîgon Îzmîrê.    XWEDIYÊ POLÎGON ÎZMÎRÊ   Li gorî lêkolînên ku hatin kirin, Polîgon Îzmîr di 19'ê adara 2019'an de hatiye vekirin û Serokê Lîjneya Rêveberiya Polîgonê Îlhan Çelîk ê AKP'î ye. Çelîk di heman demê serokê Tevgera Civaka Sivîl (STH) a Herêma Egeyê ye û li ser hesabê xwe yê medya sanal gelek wêneyên xwe yên bi AKP'iyan re parve kiriye. Di nav wêneyên Çelîk parve kiriye de wêneyên bernameyên ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tevlî bûne jî hene.    SERDANA QAYMEKAM A POLÎGONÊ   Piştî vekirina polîgonê bi 3 rojan, Qaymeqamê Navçeya Kemalpaşayê Kemal Kizilkaya, bi Midûrê Polisan a Navçeyê Îbrahîm Çoşkûn û Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Serpêl Erkan Bozyel re çûye serdana polîgonê û "tam not" daye polîgonê. Ev nota qaymeqam li ser hesabê înternetê yê polîgonê hatiye parvekirin.    DAXUYANIYA JI POLÎGONÊ   Piştî êriş û cînayetê rêveberiya Polîgon Îzmîr daxuyanî da û ragihand ku polisan dîmenên qamereyan ên polîgonê desteser kiriye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Me bûyera xemgîn bihîst. Ji ber ku kujer me jî etîket kiriye em di bin zenê de man. Ew kes tenê weke bikir hatiye vir. Herkesê ku tê vir heqê xwe dide û berdanê dike. Polisan jî qeydên me yên qamerayê desteser kir. Weke ku me vî gihandiye tê dîtin. Lewre kesê eleqedar vê sûîstîmal kiriye."   4 ROJ ÎN ÎFADEYÊN WAN JÎ NEHATINE GIRTIN   Li gorî agahiyên ku parêzerên lêpirsînê dan; dîmenên qamereyan hatine desteserkirin lê rexmî ku 4 roj di ser bûyerê re derbas bûne jî îfadeyên rêveberên polîgonê û kesê bi navê Alîcan ku perwerdeya çekê daye kujer Gencer îfadeyên wan nehatine girtin.