Akat: Di şexsê Deniz Poyraz de jin hedef girtin 2021-06-21 13:55:01   ENQERE - Ayla Akat Ata ya di Doza Kobanê de girtî tê darizandin, wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz de jin hedef girtin. Ev rewş ji ziman û helwesta desthilatdariya siyasî ne serbixwe ye.”   3’yemîn danişîna Doza Kobanê di roja şeşemîn ku 24 girtî 108 siyasetmedarên Kurd jê tên darizandin di roja 6’emîn de dewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Ji siyasetmedaran aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata parastin kir.    JIN DI HEDEFÊ DE NE   Akat di parastina xwe de, Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin bi bîr anî û wiha axiî: “Kujerê Poras rojek şûnde hat girtin. Lê kesên di Doza Kobanê de tên darizandin 8 rojan dibin çavan de hiştin. Qetilkirina Poyraz ji axaftinên cihêkar ên di nava siyasete de nabe ku serbexwe bê girtin. Mîna Denîz, di 9’ê Çileya 2013’an de j î li Parîsê 3 jinên Kurd hatibûn qetilkirin. Soylû dibêje ‘PKK tevgereke jinê ye.’ Di heman demê bi daxuyaniyên ‘HDPKK’ dixwazin siyaset adi qada legal krîmînalîze bikin. Di şexsê Denîz Poyraz de, dîsa jin hedef girtin. Ev rewş ji ziman û helwesta desthilatdariya siyasî ne serbixwe ye. Ev êriş, ne cînayetên takekesî ne. Her guleyek ku li me dikeve plan û armancekê wê heye.”     Danişîn dewam dike.