Parêzera HDP’ê Aslan: Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin 2021-06-21 12:34:32 ÎZMÎR - Parêzera HDP’ê Turkan Aslan, diyar kir ku lêpirsîna derbarê Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir de bi awayekê sersar birêve birin û da zanîn ku divê teşwîqkerên êrişê û kesên ku alîkarî dan vê êrişê bên aşkere kirin û lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.   Kujer Onur Gencer di 17’ê Hezîranê de êrişî Rêxistina PArtiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Piştî ku Gencer teslîm bû, berî ku 24 saet derbas bibin, bi sûçdariya “Kuştina bi sêwirandî” hatibû girtin.   Êrişkar Gencer, bi xwînsariyek mezin di îfadeyên xwe yên li Miduriyeta Polîsan û dozgeriyê qala cînayet û êrişê kiribû û da bû zanîn ku ew ne pîşmane. Gencer, di heman demê de gotibû ku wî bi tena serê xwe ev êriş pêk aniye. Tevî pêvajoya berî êrişê, dema êrişê û awayê pêk anîna êrişê, dîsa li pişt perdeya êrişê, pirsên ku nehatine bersivandin hene.    Parêzera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Turkan Aslan, derbarê êrişa li dijî HDP’ê, lêpirsîna têkildarî derberê Gencer hat meşandin, lewaztiya ewlekariyê ya derket holê û pêvajoya piştî bûyerê nirxandin.    Prz. Turkan, ewil bal kişand ser cihê avahiya Rêxistina HDP’ê ya ku êriş lê pêk hat û wiha axivî: “Ev der cihe  navendiye, hatin û çeyîn lê pir zêdeye. Di heman demê de avahiya partiyê, nêzî Şaxa TEM’ê ya girêdayê Midûriyeta Polîsan a Bajêre. Dîsa li ber avahiya partiyê ev demek dirêj, konekê ji aliyê polîsan ve hatiye danîn heye. Li vê derê bi polîsên fermî re her tim polîsên sîvîl dimînin. Li vê derê hemû kesên dikevin avahiya HDP’ê kontrol dikin. Yanî ketin û derketin vê derê dibin kontoral Miduriyeta Polîsan de ye. Di dema bûyerê de, rêveberên partiyê rastî polîsên sivîl ên li ber derî rawestiyane tên. Dema ku kujer saet 10:30’an de dikeve avahiya kar, polîsên sîvîl li wir hebûn. Êrişkar di ber polîsên sîvîl re derbas dibe û dikeve hûndir.”   LIGEL KU DENGÊ ÇEKAN TÊN JÎ, MUDAXILE NAKIN    Aslan, anî ziman ku di dema êrişê de, polîs dengê qîrîniyê seh dikin, lê mudaxileyî bûyerê nakin û wiha got: “Wê demê, Hevserokê Bajêr û xebatkarên partiyê tên cihê bûyer. Dema ku dixwazin bikevin hûndir, polîs ji wan re dibêjin êrîşkerek li jor heye û wan asteng dikin. Destên van polîsên sîvîl de çek hebûn. Li ber derî hatibûn bi cih kirin. Rêveberê avahiyê û xwediyên kargehan ên di avahiyê de, dengê çekê dibihîsin. Bi dengê çekê rê xwe berdidin xwarê û ji 3 polîsên li ber derî re dibêjin, dengê çekan bihîstin. Lê li gel vê jî polîs mudaxile nakin.”    LEZA GIRTINA KUJER!   Aslan, ji bo girtina êrişker û qedandina pêvajoyê ya di nav 24 saetan jî got "lezek ecêb bû” û wiha pê de çû: “Ji girtekên êrişkar jî tê fêm kirin ku saet 11:15 sibê hatiye binçavkirin. Roja din di 9.30’an de wî sewqî dadgehê dikin. Berî ku 24 saet dije bibin, hemû kar û barên wî bi dawî dikin. Bêyî ku lêkolîn bikin, îfadeyan bigirin, delîlan kom bikin, polîs derbarê wî de fezlekeyê amede dike û sewqî dozger dikin. Heya niha me nebûne şahêdê lez wisan. Mirovên ku tenê ji ber parvekirinên medya dijîtal tên binçavkirin jî 4,10 û 14 rojan dibin çavan de tên girtin. Têkiliyên wan tên lêkolînkirin. Lê li vir, êrişek li dijî partiyek siyasî pêk tê û xebatkarekê wê hatiye  kuştin, tenê rojekê dibin çavan de dihêlin.”    LI PIŞT ÊRIŞÊ HÊZEK RÊXISTINKIRÎ HEYE   Aslan, dest nîşan kir ku bit olana pirsên bê bersiv hatine hiştin hene û wiha bi dawî kir: “Lêpirsîn êdî ji aliyê dozger ve tê bi rêve birin. Gelek delîlên nehatine kom kirin hene. Bi awayekê ji rêzê îfadeya kujer girtine. Bi vê lêpirsîna ji rêzê sewqî dozger dikin. Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin. Lê ev kar ne karê kesekê bi tenê ye. Ev kar kerê hêzeke birêxistinkiriye. Divê lêpirsînek bi bandor bê bi rêve birin. Em li bendê ku ev bûyer bi her awayî bê lêkolîn kirin û di vê çarçoveyê de lêpirsîn bê dewam kirin.”   MA / Bêrîvan Altan – Nacî Kaya