6 roj in çopa vê taxê nehatiye avêtin 2021-06-21 12:29:43   ŞIRNEX - Li taxa Yeniyê ya navçeya Hezexê 6 roj in şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de çopê berhev nekiriye û neavêtiye.    Li taxa Yenîyê ya navçeya Hezexa Şirnexê 6 roj in çop berhev bûye. Hat zanîn ku 6 roj in şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de neçûye çopê berhev nekiriye û neavêtiye. Çopa ku dibe sedemê bêhnê di heman demê de rê li pêşiya nexweşiyan jî vedike. Şeniyên taxê bertek nîşanî neavêtina çopê dan û gotin ku ji ber bêhna çopê ew nikarin li malên xwe bisekînin.