Li Stenbolê dayik û kurê xwe mirî hatin dîtin 2021-06-21 11:57:27   STENBOL - Li avahiyeka navçeya Beylîkduzuyê dayikek û kurê wê bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin.    Li ser bêhneke giran ji qata duyemîn a daîreya avahiyeke li navçeya Beylikduzuya Stenbolê hat, şêniyên avahiyê agahî dan polîsan. Polîsên ku bi alîkariya kilîtçêker xwestin bikevin daîreyê bi derî ve nîşeya “mekanizmaya bombeyê heye nêzîk nebin” dîtin. Li ser vê yekê tîmên îmhakirina bombeyan hatin cihê bûyerê. Polîsan avahî valakirin û kolan ji çûn û hatinê re girtin. Di lêkolîna tîmên îmhakirina bombeyan de tu mekanîzma nehatin dîtin. Li ser vê yekê polîs ketin hundir û bi cenazeyê Munevver Ertem (60) û kurê wê Ertan Ertem (40) re rûbirû man. Hat hînbûn ku li odeyê du demançe hatine dîtin. Piştî ku polîsan xebatên xwe temam kirin, destûr dan ku şêniyên avahiyê bikevin avahiyê. Herdu cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê.