Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir 2021-06-21 11:33:50   RIHA - Malbata Şenyaşar a lêgerîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “11 Baroyan ji bo doza komkujiya li nexweşxaneyê hat jiyîn di asta serokatiyê de soza piştevaniya hiqûqî dan. Armanc piştevaniya 81 baroyên Tirkiyeyê wergirtine. Heta ku em edaletê pêk neyînin em li mala xwe narûnin.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 105’emîn de didome. Malbatê li pêş bendên beton ên li pêş avahiya edliyeyê bi dowiza “Dayikek 100 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. 2 kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku di nav komkujiyê de parlementer heye 3 sal in doz nayê vekirin” çalakiya xwe domand.     BANG LI 81 BAROYAN KIR   Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “11 Baroyan ji bo doza komkujiya li nexweşxaneyê hat jiyîn di asta serokatiyê de soza piştevaniya hiqûqî dan. Armanc piştevaniya 81 baroyên Tirkiyeyê wergirtine. Heta ku em edaletê pêk neînin em li mala xwe narûnin. Têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 105’an de didome.”