Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e 2021-06-16 16:22:03   HATAY - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a serdana gundê Vakifli yê ku temamê nifûsa wî ji ermenan pêk tê, kir û wiha got: “Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e. Em dikarin encax bi têkoşîneke hevpar û bi hev re rêyên serkeftinê bibînin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, piştî ku di çarçoveya kampanya “Ji Xizantiya Jinan Re Na” ya Meclîsa Jinan a HDP’ê de li navçeya Îskenderûna Hatayê bi jinan re hat gel hev, bi şandeya pê re derbasî navçeya Samandagê bû. Bûldan li vir ewilî serdana Meqamê Hz. Hizir kir. Bûldan têkildarî meqam ji welatiyan agahî girt, rîtuelên olî pêkanîn û dema ji meqamê derket axivî.    Bûldan anî ziman ku ji ber Meqamê Hz. Hizir navenda sê olan e, nêzîkî fikriyata HDP’ê ye jî û wiha got: “Ez dixwazim vê derê weke îbadetxaneyeke ku têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê û jiyana hevpar dike mijar bînim ziman. Hatay û Antakya jî wisa ne. Em li bajarekî ku beş û baweriyên cuda bi hev re dijînin. Em dibêjin ku li bajarên din ên Tirkiyeyê jî bi hev re jiyana gel û baweriyan nebe nabeya demokrasiyê ye.”   ‘GEL, BAWERÎ Û MEZHEBAN ANÎNE DIJBERÎ HEV’   Bûldan bi lêv kir ku pergalê gel, bawerî û mezheb anîne dijberî hev û wiha axivî: “Em weke HDP dixwazin ku Tirkiyeyeke ku şer lê nebe û aştî lê hakim bibe ava bikin. Em ji bo demokrasi, pêşeroj, aştî û hiqûqa vî welatî têkoşîneke mezin didin. Em hewl didin ku vê têkoşînê li her derê welat belav bikin û pêş ve bibin. Em hêvî dikin ku Antakya ji vê yekê re bibe mînakek. Em têkoşîna vê yekê bi hev re didin. Em ê bi hev re serbikevin.”   ÇÛN GUNDÊ VAKIFLI YÊ ERMENAN   Bûldan û kesên pê re pişt re derbasî gundê Vakifli ku temamê nifûsa wî ji ermenan pêk tê bûn û serdana gundiyan kirin.    Şandeya ku serdana Dêra Ermenan a li gund kirin, bi peywîrdarên dêrê re sohbet kirin û find pê xistin. Şande pişt re bi jinên ku di Kooperatîfa Gundê Vakifli de cih digirin re hat gel hev.    Bûldan li vir jî axaftineke kurt kir û wiha got: “HDP partiya hemû bawerî û nasnameyên li vî welatî tune tên hesibandinê ye. Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e. Em dikarin encax bi têkoşîneke hevpar û bi hev re rêyên serkeftinê bibînin.”   Şande wê biçe Antakyayê jî û li vir bi jinan re were ba hev.