Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin 2021-06-16 14:42:41 AMED - Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan, ji bo rapora şandeyê bigire sewqî nexweşxaneyekê Xarpêtê kirin.   Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne û ji ber temenê xwe yê mezin û tenduristiya xwe ya giran nikare nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe dewam bike, ji bo ku rapora tenduristiyê bigire sewqî nexweşxaneyekê Xarpêtê hat kirin. Keça Mehmet Emîn Ozkan Selma Ozkan ev agahiya derbarê bavê xwe de parve kir.    Keça Ozkan Selma Ozkan, di parvekirina xwe de wiha got: “Ji bo ku rapora lijneya tenduristiyê bidin bavê min di 31’ê Gulanê de, biribûn Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Birayê min Ahmet ê li girtîgehê li bavê min mêze dike, duh bi telefonê li me geriya û me hevdîtin kir. Birayê min agahiya ku dê bavê me ji bo rapora tenduristiyê bigire sewqî Xarpêtê bikin da me. Lê ne got wê bibin kîjan nexweşxaneyê.”   Ozkan, di dewama parvekirina xwe de wiha got: “Îro me derbarê tenduristiya bavê min de li rayedarên girtîgehê geriya. Ligorî agahiyên me ji revîra nexweşxanê girt, îro serê sibê bavê min bi serwîsa girtîgehê birin nexweşxaneyekê Xarpêtê. Rayedarên revîrê, da zanîn ku wan ji ber rapora şandeyê ew şandene nexweşxanê.”   ‘REWŞA WÎ GIRANTIR BÛ’   Selma Ozkan, da zanîn ku rewşa bavê wê pir giran bûye û ev hişyarî kir: “Bavê min kale. Di girtîgehê de nikare xwe mêze bikin. Em nizanin wî birine kîjan nexweşxanê. Wî bi vî awayî li nexweşxaneyan gerandin, rewşa wî xirabtir dike. Ji xwe rewşa tenduristiya wî nebaşe. Êdî hêza me neya ku em vê rewşê rabikin.”