Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek 2021-06-16 14:32:21 SILÊMANÎ - Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ya Navneteweyî li Silêmaniyê got: “Em li bendê bûn li Herêma Kurdistanê weke mêhvan werin pêşwazî kirin. Lê weke sucdar li me hat temaşe kirin. Em bang li hemû partiyên Kurdistanê dikin, dijî dagirkeriya dewleta tirk bibin yek û piştgiriyê bidin gerîla.”   Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ya Navnetewî ji bo rê li ber êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê bigire, li Herêma Kurdistanê ye. Lê PDK bi ti awayek nahêle şande kar û xebatên xwe yên ji bo aştiyê bidomîne.   PDK’ê li Hewlêrê nehêla Înîsiyatîf daxuyaniyekê jî bide çapemeniyê. Ji bo vê Înîsiyatîf derbasî Silêmaniyê bû û li vir daxuyaniyek çapemeniyê da. Şandeyê xwest hemû partiyên kurdan li dijî êrişên Tirkiyê bibin yek û piştgiriyê bidin gerîla.   Daxuyaniya Înîsiyatîfê ji aliyê Deştî Mehmud ve hat xwendin. Daxuyanî wih ye:   “Em ji 14 welatan hatine û dixwazîn rê li ber şer û talaniyê bigrin. Me xwest dijî şerê li herêmê raydarên siyasî lihev bicivin û diyalogê bikin. Me ji bo vê jî pêwîstî dît ku Însiyatîfa Navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê û dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ragihînin. Me xwest em serdana cihên hatine xirab kirin bikin û bi qurbaniyên şer re bi axivin.   Em hatine Kurdistanê, me xwest weke mêhvan pêşwazî li me bikin. Lê weke sucdar temaşe kirin. Dema em gihiştin Hewlêrê, saziyên PDK rê li ber nûnerên me girtin. Gelek endamên me nekarin bigihin Herêma Kurdistanê û hatin vegerandin. Ev astengî siyasîne û ti bingehek xwe nînin.   Me li Hewlêr xwest biçin  ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, lê PDK’ê asayîş şand wir. Nehêle em li wir daxuyanî bidin û çalakiya me asteng kirin.   Dagirkeriya dewleta Tirk binpêkirinek eşkere ya navnetewiye û ev ne cihê pejirandinê ye. Em ji bêdengiya civaka navnetewî nerazîne, di heman demê de civaka navnetewî li hemberî Tirkiyeyê ti nerazîbûn nîşan nade.   Ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêma Kurdistan û vekişîna hemû hêzên Tirkiyeyê, em bang dikin:   Divê dagirkerî û guhertina demografî ya li Herêma Kurdistanê were rawestandin.   Rawestandina kavilkirin û talankirina jîngeha Kurdistanê.   Rawestandina hemû cûrên alîkariya navnetewî û hêzên herêmê ya ji bo jenosîdkirina Kurdistanê.   Em bang li hemû partiyên Kurdistanê, rêxistin û saziyan dikin, dijî dagirkeriya dewleta Tirk hev bigrin û piştgiriyê bidin gerîla.   Ji dagirkeriya Osmanî ya nû a ji aliyê Erdogan ya Rojhilatê Navîn re Na. Bila Kurdistan bibe herêmek azad û dûrî dagirkeriyê be. Em bang li hemû kesê dikin tevlî meşa sibe ya li dijî dagirkeriyê bibin."   Hêjayî gotinê ye wê sibe li Silêmaniyê bi pêşengiya hunermendan li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê di saet 17.00’an de li dijî êrişên Tirkiyê xwepêşandanek were lidarxistin.