Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike 2021-06-16 13:11:27   ENQERE - Grûpek nijadperest li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin, hewl da êrişî parlamenter û rêveberên HDP’ê bike.    Di danişîna Doza Kobanê de ku siyasetmedarên HDP’yî jê tên darizandin hewldana provokasyonê qewimî. Komek nijadperest hat ber avahiya danişîna Doza Kobanê hewl da êrişî siyasetmedarên HDP’yî ku dozê dişopandin bike.    Şandeya dadgehê navbera nîvra da danişînê û siyasetmedarên dozê dişopandin derketin derve. Di vê kêliyê de HDP’iyan dirûşmên “HDP bêdeng nebû û wê bêdeng nebe” berz kirin.    Vê grûpa nijadperest a li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê li dijî HDP’iyan gotinên bi heqaret ên li dijî civaka ermenî kirin.   Li ser vê yekê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn ji grûpê re got “Yên ku beramberî pereyan dirûşm berz dikin wê nikaribin HDP’ê bêdeng bikin. Yên ku bi pereyan dirûşman berz dikin ev in.”    HEWL DAN ÊRIŞÎ KAÇMAZ BIKIN    Grûpa nijadperest xwest êrişî parlamenterên HDP’ê bike. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê xwest bi amirek polîsan re hevdîtin bike.    Di vê navberê de kesek ji nava grûpê ku digot “Ez ji Weqfa Malbatên Şehîdên Emniyetê me” hat ber Kaçmaz û hewl da êriş bike. Kaçmaz got “Ez ne bi we re ez dixwazim bi karmendek rayedar re hevdîtinê bikim.    Polîsan her çiqas xwest kesê êrişkar ji Kaçmaz dûr bike jî lê ji grûpê re dengê xwe nekir û ji hewldana êrişkirina wan re nebû asteng.    ‘HÊZA WE TENÊ TÊRA KARKERAN DIKE’    Polîsan bi darê zorê xwest Kaçmaz biçe eywana danişînê. Kaçmaz jî wiha bersiv da polîsan: “Naxêr naxêr divê hûn wan ji vir derbixin. Di hundirê avahiya cemaweriyê de çawa dikarin çalakî li dar bixin. Ev der komara mûzê ye qey? Hûn li dijî mevzuatê çawa van digirin hundir, hêza we tenê karker û kedaran dike ne wisa?”