Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike 2021-06-15 17:03:36   AMED - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku nehiştina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan re di civakê de fikaran zêde dike û pirs kir ku biryara astengkirinê kî dide.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş nehiştina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan re ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî. Beştaş da zanîn ku ji ber astengkirinan, li gel Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dimînin, 2 sal in ne bi malbatên xwe re ne jî bi parêzeran re nikarin hevdîtinê bikin. Beştaş diyar kir ku nehiştina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan re di civakê de fikaran zêde dike   Beştaş, têkildarî astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re û tecrîda ser wî ev pirs ji Wezîr Gul pirsîn:    “* Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an çend caran serlêdan kirin? Ji van serlêdanan çend û bi çi hêcetan hatine redkirin? Daneyên kronolojîk û îstatîstîkî hene? Hebin hûn ê bi rayagiştî re parve bikin?   * Dîsa parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve çend caran serlêdan kirine? Ev serlêdan bi kîjan hêcetê hatin redkirin?   * Ji 5’ê Hezîrana 2019’an ve çend serlêdanên malbata Ocalan ên hevdîtinê hatine redkirin?   * Çend mafên hevdîtinê yên telefonê yên Abdulah Ocalan û girtiyên pê re li Girtîgeha Îmraliyê dimînin hatine astengkirin? Dîsa Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş çend caran bi malbatên xwe re axivîne? Li gorî demê axaftin û dîrokan dane bi çi awayî ne?   * Li Girtîgeha Îmraliyê derbarê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de jî qedexeya hevdîtinê didome. Çend serlêdanên parêzerên wan ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin?   * Bi Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re herî dawî kengî hevdîtin çêbûye?   * Hevdîtinên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên bi malbatê re herî dawî kengî çêbûye?   * Beriya 2 salan we destnîşan kiribû ku divê girtî mafên xwe yên qanûnî pêk bînin û daxuyandi bû ku qedexeyên derbarê hevdîtinan de rabûne. Çima careke din hevdîtin hatin qedexekirin?   * Biryarên qebûlkirin an jî redkirina serlêdanên parêzeran ên ji bo çûyîna Girtîgeha Îmraliyê aydê we ye?   * Biryara redkirina hevdîtina parêzeran ji aliyê kê ve tê dayîn? Ev biryar biryareke navendî ye?   * Hemû girtîgeh bi heman mewzûatê û rêgezan nayên bi rê ve birin? Çima mewzûat ji bo girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de dimînin nayê pêkanîn?   * Çima hevdîtina telefonê ya Abdullah Ocalan bi malbata xwe re kir beriya ku demê wê bi qede hat birîn?   * Hûn dê derbarê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn de ji rayagiştî re daxuyaniyeke berfireh bidin?   * Dê hewldaneke we ya ji bo daxwazên girtiyên ku 201 roj in di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê de bên pêşwazîkirin hebe?   * Wezareta we çima li dijî çalakiyên greva birçîbûnê ku 200 roj in didome bêdeng dimîne?