Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye 2021-06-15 15:47:50   ENQERE – AYM wê lêkolîna ewilî ya têkildarî îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê ji nû ve hat amadekirin, di 21’ê hezîranê de bike.    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îdianameya duyemîn a bi daxwaza girtina HDP’ê pêşkêş kiribû. Hate diyarkirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) wê lêkolîna ewil a vê îdianameyê di 21’ê Hezîranê de bike.   Heke îddîaname were qebûlkirin wê ji bo parastina ewil ji HDP’ê re were şandin, divê di nava wexteke ku AYM diyar kiriye, HDP parastina xwe pêşkêş bike. Heke dem were xwestin dibe ku dem were dirêjkirin.   Piştî parastina ewil wê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn fikra xwe ya li ser esasê pêşkêş bike.   Wê ev daxuyanî berê ji HDP’ê re were şandin, pişt re wê AYM demekê diyar bike, di wê demê de wê Şahîn daxuyaniyeke devkî bide û rayedarên HDP’ê jî bi devkî xwe biparêzin.   Pişt re wê raportorê AYM’ê rapora xwe amade bike û endamên AYM’ê wê rojekê li hev rûnên û daxwaza girtinê ji esasê nîqaş bikin. Ji bo biryarê ji nav 15 endaman dengê yekgirtî yê 10 kesan wê bes be.