Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe 2021-06-15 14:25:04   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnî, diyar kir ku di serdama AKP’ê de hemû mekanîzmayên hiqûqê vegerîne odeyên qesrê û wiha got: “Piştî ku vê dawiyê tifaka sûc derket holê, qesr, hewl dide ku hem HDP’ê derveyî siyasetê bihêle hem jî qadeke ku civak bêdeng bibe û tênekoşe ava bike.”   Di roja duyemîn de sêyemîn danişîna Doza Kobanê ku rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnî ku dozê dişopîne anî ziman ku dadgeha ku danişîn lê tê dîtin ne hiqûqiye û da zanîn ku şandeya dadgehê û dozgeran ferman girtine û vê fermanê bi cih tînin. Çepnî, bi lêv kir ku doza piştî 6 salan hatiye vekirin weke “ji qeyrana qesrê re bibe çare” xistine dewrê.   ‘DI HOLÊ DE DARIZANDINEK TUNE YE’   Çepnî tiştên di danişînê de qewimîn jî nirxand û wiha got: “Dema em astengkirina parastinê, bilindikirina deng a dozger û heta dizayna dadgehê li ber çav digirin, dibînin ku di holê de darizandinek nîne. Weke beriya niha îro jî hevalên me yên girtî “nayên darizandin di darizînin”. Em li vir di darizînin. Me hem li eywana dadgehê hem jî li derve, bi gel re anî ziman ku ev doz komplo ye. Em ê di vê mijarê de xebatên xwe yên siyasî bidomînin.”   ‘ECELEYA WAN HEYE’   Çepnî anî ziman ku di çarçoveya dijminatiya kurd û HDP’ê de konsepteke nû xistine meriyetê û wiha axivî: “Eceleya qesrê heye. Piştî ku vê dawiyê tifaka sûc derket holê, qesr, hewl dide ku hem HDP’ê derveyî siyasetê bihêle hem jî qadeke ku civak bêdeng bibe û tênekoşe ava bike. Ji bo vê jî tişta ji destê wan tê dikin. Hevalên me jî li dijî vê yekê demokrasi, wekhevî, azadiyê û HDP’ê diparêzin.”   ‘LI KU NE EV DOZGER?’   Çepnî da zanîn ku desthilat hemû hêza xwe ji hêzên paramîlîter digire û wiha got: “Di van şertan de, tu li ku derê dinêrî qirejiyek û nelirêtiyek derdikeve holê. Lê dozger di holê de nînin. Li ku ne ev dozger? Ketine pey mal û milkên nû û qezençkirina pereyên nû. Li otelên ku derketine holê bi betlanê re mijûl in. Di demê AKP’ê de hemû mekanîzmayên hiqûqê vegerîne odeyên qesrê. Wê demê çi dibe polîs jî dozger jî wê bi HDP’ê re mijûl bin. Qasî ku HDP têbikoşe wê ev pergala mafya û diziyê nikare xwe bide domandin. Dozger ji ber vê yekê şûna ku bi axaftinên Peker re mijûl bibin, ji ber bekaya qesrê mijûlkirina HDP’ê guncavtir dibînin.”