Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin 2021-06-15 14:06:04   ENQERE - Parêzerê endamê MYK’a HDP’ê yê berê Can Memîş, Fîkret Îlkîz di danişînê de got: “We wek dadgehê vê îdianameyê qebûl kir. Lê em nizanin em bi çi tên sûcdarkirin. Ev îdianameya ANF’ê ye.”    Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike. Danişîn bi parastina siyasetmedar û parêzerên wan berdewam dike.    Endamê Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) ya HDP’ê yê berê Can Memîş parastina xwe kir.    ‘OBJEKTÎF NÎNE’    Memîş derbarê îdianameya derbarê wan de hatiye amadekirin axivî û wiha got: “Tu delîlek di îdianameyê de nîne. Em bi îdianameyek pûç re rûbirû ne. Ez niyetek baş a şandeya dadgehê nabînim. Ev îdianame ji aliyê meqamek ve hatiye amadekirin û ev meqam bi objektîfî tevnegeriyaye. Bûyer di 2014’an de qewimîn, çima ewqas sal sekinînin. Derbarê min de tu îfade nîne. Heke tu muxalîf bî te terorîst îlan dikin. Ji bo rewabûna xwe her kesê muxalîf dikin terorîst. Dozger, çalakiya rûniştinê ya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya li Eskîşehîrê wek delîl li dosyeya min bicih kiriye. Her îdiayek di îdianameyê de bêbingeh in. Ez di çarçoveya biryar û mafên ku DMME û AYM daye nasîn beraeta xwe dixwazim.”    ‘EV NE ÎDIANAME YE, NÛÇEYÊN ANF’Ê NE’    Parêzerê Memîş, Fîkret Îlkîz jî parastina miwekîlê xwe kir û wiha got: “Ez destpêkê de dixwazim miwekîlê min were tahliyekirin. We vê îdianameyê aniye pêşiya me, Lê ev ne îdianame ye. Ez di wê baweriyê de me ku tu zimanê vê îdianameyê nîne. We wek dadgehê vê îdianameyê qebûl kir. Lê em nizanin em bi çi tên sûcdarkirin. Ev îdianameya ANF’ê ye. Îdianameyê ji nûçeyên ANF’ê amade kirine. Heke wisa be hûn di nava 3 hezar û 530 rûpelî de çi dibêjin. Heke zimanê îdianameyê ne tu ziman be û bersûc nizanibin bi çi tên sûcdarkirin, ev pir eşkere li dijî mafê darizanda adilane ye. Em neçarin ku bizanibin ku bi çi tên sûcdarkirin.”   Piştî vê parastinê şandeya dadgehê navber da danişînê.