‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye' 2021-06-15 09:18:45 HEWLÊR - Siyasetmedarê ji Herêma Kurdistana Federe Polat Bozan, diyar kir ku operasyona derveyî sînor a TSK'ê bi piştgiriya hêzên navdewletî tê kirin û ji bo gelên herêmê gef û tehdîdek e. Bozan got: "Tirkiye, di warê pirsgirêka kurdî de, di asta herî jor de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye."      Operasyona derveyî sînor a Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li Zap, Metîna û Avaşîn ji 23'yê Nîsanê ve didome. Piştî ku TSK di vê operasyonê de tengijî, hêzên taybet Zerewanî û Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî jî sewqî herêmê hatin kirin.     Siyasetmedar Polat Bozan êrîşên TSK'ê û daxilbûna nav operasyonê ya yekîneyên taybet ên PDK'ê nirxand.    OPERASYONEK NAVDEWLETÎ     Siyasetmedarê ji Kurdistana Federe Polat Bozan, destnîşan kir ku operasyon, berdewama polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurdî ye ya ji roja komar hatiye avakirin heya niha didome. Bozan, anî ziman ku ev polîtîka bi îqtidara AKP-MHP'ê gihaştiye lûtkeyê û li dijî vê kurd jî ji bo hebûna xwe û mafên xwe daxwazên xwe pêşvetir birine.    Bozan, diyar kir ku ev operasyon di roja salvegerea Qirkirina Ermeniyan de dest pê kiriye û got: "Hêzên cîhanê yên xwe dispêrin tahdeyê piştgirî dane û li dijî PKK'ê alîkariya Tirkiyeyê kirine. Yanî operasyoneke ku polîtîkayên qirkirinê ye û hêzên derveyî jî piştgiriya wê dikin."     ‘TEVGERA DAGIRKERIYÊ'   Bozan, anî ziman ku çavkaniyên binerd û sererd ên Herêma Federe, dewletên emperyalîst cezb kiriye û got: "PKK'ê li ber vê operasyona bi piştgiriya hêzên navdeletî tê kirin, hem di warê eskerî hem jî di warê bîrdozî de bendek çêkir. Tirkiye û hêzên emperyalîst, baş dizane ku heya PKK hebe dê ev polîtîka li vê herêmê pêk neyên, lewma em ji niha vê dibînin dê li herêmê polîtîkayên li ser esasên qirkirinê berfirehtir bibin. Ji ber vê ev ne operasyon e, tevgereke dagirkeriyê ye. Tirkîye ji roja hatye avakirin heya niha, di warê pirsgirêka kurdî de, di asta herî jor de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye."     GELÊN HERÊMÊ     Bozan, destnîşan kir ku ev operasyon li ber yekîtiya neteweyî ya kurd astengiyeke mezin e û got: "Hin nêzîkatiyên tevkarî yên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li gel Tirkiyeyê hereket dikin û berê xwe didin qadên PKK'ê. Ev hewldanên reakirina vê dagirkeriyê ne. Ev liv û tevger dijmin wêrektir dike. Talûkeyan jî kûrtir dike. Ev tevgera dagirkeriyê tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên herêmê talûkeyeke mezin e. Bi taybetî jî rêxistinên paramîlîter El Nûsra û yên din ên Tirkiye piştgiriya wan dikir, li herêmê hatine bicihkirin. Ev yek, di pêş de dê hem ji bo dewletên herêmê hem jî ji bo gelên herêmê bibe cihê talûkeyeke pir mezin."    'GAV BI GAV DAGIRKERÎ'      Bozan got: "Ev tevgera dagirkeriyê ku di Nîsanê de dest pê kiriye, a rast ji sala 2017'an ve gav bi gav hat berfirehkirin. Li hemberî herêma Heftanîn û Xakurkê tevgereke dagirkeriyê hatibû destpêkirin. Lê îsal asta wê zêdetir bû. Tirkiye bi hemû derfetên xwe, bi ÎHA, SÎHA û çekên xwe yên giran zêdetirî 40 roj in li hin nuqteyan asê maye û nikare pêş ve biçe. Ji ber ku dizane dê nikare pêş ve biçe, bi ser PDK'ê de diçe û dixwaze kozên di dest xwe de hemûyan bi kar bîne û wê mudaxilî nav vê tevgera dagirkeriyê bike. Di nav PDK'ê de derdorek vê tevgera dagirkeriyê dipejirînin û di nav de cih digirin."     PDK QELS BÛ     Bozan, diyar kir ku PDK û AKP ketine heman korerêyê û got: "Îqtidara PDK'ê li bara kurdan tu qîmeta wê nemaye, teşhîr bûye û li ser xeta îxanetê ye. Bi taybetî jî malbata Barzanî ji ber ku bi Tirkiyeyê hereket dike, nîşan dide ku li Başûr çi qasî qels bûye û teşhîr bûye. Hêzên PDK'ê çarenûsa xwe bi çarenûsa AKP-MHP'ê re girêdane û di vî şerî yan jî vê dagirkeriyê de li gor polîtîkayên Tirkiyeyê hereket dikin. Ew rola xwe ya dîrokî ji salên 1950'î heya niha didomîne."     MEXMÛR     Bozan ji bo Kampa Mexmûrê jî ku bi êrîên hewayî re rû bi rû dimîne, destnîşan kir ku PDK û AKP dixwazin kamp bê girtin û ji bo vê kampanyayek dane destpêkirin. Bozan got: "Dê gelê kampê ji bo mafên xwe yên qanûnî yên di peymanên navneteweyî de bitêkoşe. Nêzîkatiyên Neteweyên Yekbûyî û IRaq li dijî hiqûqê tevdigerin. NY, di warê siyasî de di bin bandora Tirkiye, PDK û hin hêzên din de maye û nêzîkatiya wê ya ji bo kampê nayê qebûlkirin. Lewma divê NY peywira xwe ya mirovî û qanûnî bîne cih."      MA / Erdogan Altan