Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir 2021-06-15 12:19:19   ENQERE – Di roja duyemîn de 3’emîn danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran ên derbarê usûlê de dest pê kir. Parêzer Cîhan Aydin, bi gotina “Her carê bi bêdengkirina me vana asteng nekin” bertek nîşanî heyeta dadgehê da.    Di roja duyemîn de sêyemîn danişîna Doza Kobanê ku 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê dest pê kir. Danişîn li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin û parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes tevlî danişînê bûn. Derpêça polisan a li kampûsê îro jî berdewam kir. Tenê 60 kesî girtin eywana danişînê û kesên din jî girtin eywaneke din.    BI SEGBÎSÊ TEVLÎ BÛN   Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Emîne Ayna, Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) yê HDP’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Parlamentera berê ya HDP’ê Gulser Yildirim, endamên berê yên Lîjneya Birêveberina Navendî ya HDP’ê Zeynep Olbecî, Cîhan Erdal, Can Memîş, Meryem Adibellî ji girtîgehên kul ê girtî ne û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî ji Stenbolê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn. Ahmet Turk, Altan Tan û Gulfer Akkaya ku berdayî tên darizandin jî sedem nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.    LÊ DANIŞÎNÊ AMADE BÛN   Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Berdevkê berê yê HDP’ê Gunay Kubîlay, parlamenterên berê Beyza Ustun û Îbrahîm Bînîcî, Endamê MYK’a HDP’ê Alp Atinors, hejmaryarê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, endamên berê yên MYK’a HDP’ê Pervîn Odûncû, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgul Kose, Meryem Adibellî, Bulent Parmaksiz, Îsmaîl Şengul, Dîlek Yagli û Sîbel Akdenîz jî li danişînê amade bûn.    DAXWAZA DEMA ZÊDE KIRIN   Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê bi parastina Alî Urkut dest pê kir. Urkut, destnîşan kir ku ji ber Doza Kobanê berfireh e ne pêkane ku di demeke kurt de parastin bê amadekirin û ji bo parastinê daxwaza dema zêde kir.   Dema ku serokê dadgehê xwest derbasî parastina siyasetmedarên din bibe parêzeran got ku wê îttîraza usûlê bikin.    DOZNAMEYÊ ANF’Ê AMADE KIRIYE!   Parêzerê Urkut, Cîhan Aydin, mafê axaftinê girt û ev tişt got: “Gelek aliyên trajikomik ên doznameya ku derbarê Alî Urkut de hatiye amadekirin hene. Hin nûçeyên ku ji sala 2011’an ve ji ANF’ê hatine girtin hene. Weke ku diyar e dozname ne ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve ji aliyê ANF’ê ve hatiye amadekirin. Çima ev angaşt heta sala 2021’an hatine sekinandin. Alî Urkut weke Endamê PM’a HDP’ê nîşan dane lê ji ber twîtteke MYK’a HDP’ê sûcdarî heye. Em dixwazin van biaxivin. Her carê bi bêdengkirina me vana asteng nekin. Em nafikirin ku li vê eywanê darizandin tê kirin. Weke ku em dizanin ev dozname ji aliyê kî ve hatiye amadekirin.”