Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin 2021-06-15 11:29:38    NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp, diyar kir ku Erdogan dixwaze di navbera kurdan de şerê navxweyî derxe û ev bang li tevahiya partî û rêxistinên kurdan kir: “Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin.”   Êrişa ku Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de li dijî başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Bi vê êrişê re hezên PDK’ê jî derbasî deverên gerîllayên HPG’ê dibin û xwe lê bi cih dikin. Vê helwesta PDK’ê di nav kurdan de bûye sedema nîqaşan û gelek derdorê bertek nîşanî PDK’ê didin. Ji Fermandariya Pêşmergeyan a YNK’ê Wahap Sertîp, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û diyar kir ku êrişên daîmî û pevçûnên navxweyî rewşa kurdan nebaş dikin.    ‘ARMANCA DIJMINÊ KURDAN LAWAZKIRINA KURDAN E’   Seertîp, bi bîr xist ku Baban, Erdelan, Botan, Behdînan û gelek mîrîtiyên kurd bi şerê navxweyî hilweşiyane û wiha got: “Bi taybetî li Babanê bi şerê çend birayan hilweşiya. Di salên 1960'î de hîn em zarok bûn, di şerê navxweyî yê bi navê Celalî-Melayî de bi sedan zarokên kurd şehîd bûn. Li parçeyên din jî di şerê navxweyî de heman rewş hebû. Ev rewş bû sedem ku kurd lawaz bimînin. Çawa ku em dixwazin li dijî dijmin bibin xwedî hêz, dijmin jî hewl dide me bêhêz bike. Armanca dijminên kurdan bi taybetî jî armanca Tirkiyeyê ew e ku kurdan lawaz û parçe bike."   DEWLETA TIRK BERIYA PKK'Ê JÎ WIHA BÛ   Derbarê armanca Tirkiyeyê de Sertîp, destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK'ê ye û ev tişt got: “Dema ku dijminatî li tevgerên kurd dikir, dema ku dixwest mîrîtiyên kurd tune bike, hingî PKK tune bû. Bi hinceta PKK'ê dixwaze destketiyên kurdan hemûyan tasfiye bike. Plan û bernameya Erdogan û dewleta tirk a dijî kurdan înkarkirina kurdan e. Saddam Huseyîn tu carî kurdan înkar nekir. Erdogan û MHP bi rengekî eşkere dijminatiyê li kurdan dikin. Ji bo mirov vê yekê nebîne divê mirov kor be. PKK xwedî hêza çekdar e, baş e çi yê HDP'ê ye ku ewqasî zextê lê dike, parlamenteran, hevşaredaran, rêveberên wê digire? Çi yê Selahattîn Demîrtaş hebû ku hatiye girtin, bi salan e girtî ye. Ji bilî têkoşîna demokrasiyê çi kir?"   MEHKÛMIYETA LI PEYMANA 50 SALÎ   Fermandar Sertîp, bi lêv kir ku PDK'ê bi Tirkiye û Erodgan re tifaqeke gelekî nebaş çêkiriye ku pê ve hatiye girêdan û axaftina xwe wiha domand: “Peymana 50 salî mînaka şênber a vê yekê ye. Pirsgirêkên ji ber vê peymanê rû didin ne ji ber PKK'ê ne, ji ber dewleta tirk e. Xwe bi vê daye bawerkirin. Ya şaş ev e. Çavkaniya pirsgirêkan Tirkiye û Erdogan e, PKK nîne. PKK dijminê PDK'ê nîne, PKK dostê PDK'ê ye. Li şûna ku dijminatî li PKK'ê bê kirin, divê piştgirî pê re bê kirin. Gelo li kurdîtiyê tê ku bi dijmin re rûnê û li dijî PKK'ê tifaqê bike, şer bike? Ev şer heram e û me tune dike. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe em ê li ber rabin û li dij bixebitin. Me ji ber vê yekê gelekî kişand."   ‘PKK LI WIR E JI BER KU EW DER KURDISTAN E’   Di berdewamê de jî Sertîp, ji bo kesên ku pirsa "PKK çima li vir e? dikin, ev bersiv da: "Baş e bila PKK bi ku ve biçe? Ma ne tevgereke kurd e? Ma ew der ne Kurdistan e? Em çima çûn Îranê û Rojhilat? Hîn jî li ser sînorê Rojhilat li cihê ku em lê bûn malên me hene. Em hêzeke şoreşger bûn. Li dijî Saddam û Baasê me şer dikir. Bi çekên giran û artêşê bi ser me ve dihat. Me xwe li wir vedikişand. PKK jî hêzeke şoreşger e û li dijî dewleta tirk têdikoşe. Tirkiye bi hemû derfetên xwe êriş dike, ew jî xwe vedikişîne cihê ku karibe xwe lê biparêze. Wekî din wê bi ku ve biçe?"   ‘DIVÊ KAR BÊ KIRIN KU ŞERÊ NAVXWEYÎ BÊ HERAMKIRIN’   Di dawiya axaftina xwe de Sertîp bang li YNK, Goran, partiyên îslamî, partiyên komunîst-sosyalîst, rêxistin, kesayet û gel kir ku li dijî şer eniyekê ava bikin, karekî bikin ku şerê nava kurdan heram bike û ev tişt got, "Gel vî şerî qebûl nake. Şerekî ku gel qebûl nake bi destê gel dikare bê rawestandin. Divê partiyên din jî bi gel re tevbigerin û vî şerî rawestînin. Divê şerê navbera kurdan bê heramkirin."