Li bejahiya Mehsertê şewat derket 2021-06-15 09:47:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bejahiya gundê Xerzikê Erebo yê navçeya Mehsertê agir bi daristanê ket û bi qasî 200 donimî daristan şewitî.   Li bejahiya gundê Xerzikê Erebo yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê agir bi daristanê ket. Hat hînbûn ku bi qasî 200 donimî daristan şewitiye û dar jê nemane. Nehat zanîn ku şewat ji ber çi derketiye.