Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan 2021-06-15 09:16:56 MÊRSÎN - Mazlûm Erdemê ku di Girtîgeha Ceyhan a Tîpa M'yê de ye û cezayê wî qediyaye, bi îdiaya "zêde av xerc kiriye" nayê berdan.  Li Girtîgeha Ceyhan a Edeneyê ya Tîpa M'yê Mazlûm Erdemê ku cezayê wî qediyaye nayê berdan. Berdana Erdem İ mehan hatiye taqlokirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Erdemê 26 salî birîbû. ' Cezayê Erdem di 24'ê Sibatê de qediyaye. Lê piştî Serokatiya Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê lêkolîn kiriye, bi îdiaya ku "ava qawîşê zêde xerc kiriye" berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin.    FERZKIRINA POŞMANIYÊ    Bav Mehmet Şerîf Erdemê 54 salî, diyar kir ku ya hatiye kirin bêhiqûqîtî ye û got: "Em li bendê bûn bê berdan. Piştî hefteyekê kurê min telefon kir. Got, bi hin hincetan nayê berdan. Girêdayî îdareya girtîgehê hin komîsyon hatine avakirin û ev komîsyon di nav xwe de gazî wan dikin û pirsa 'hûn poşman in?' ji wan dipirsin. Lê ji ber ku girtî vê qebûl nakin, nayên berdan.    Bav Erdem, anî ziman ku bi vî awayî malbat jî tên cezakirin û ji bo vê bang li raya giştî kir. Erdem got: "Divê gelê me li dijî vê pêkanîna antîdemokratîk derkeve ku li tu devere cîhanê tiştekî wisa tune ye."    MA / Omer Akin