ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-15 09:00:15   * Siyasetmedarê ji Herêma Kurdistana Federe Polat Bozan, diyar kir ku operasyona derveyî sînor a TSK'ê bi piştgiriya hêzên navdewletî tê kirin û ji bo gelên herêmê gef e û got: "Tirkîye, di warê pirsgirêka kurdî de, di asta herî jor de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye."    * Şandeya nûnertiya HDP ya Hewlêrê serdana Wargeha Penabaran a Mexmûrê kirin û lêkolîn pêk anî. Rêvebera HDP ya ji Nûnertiya Hewlerê Mizgîn Arî diyar kir ku armanca êrişa li ser Mexmûrê komkujiyeke mezin bûye û got: “Cihê ku êriş hatiye kirin, seyrangeh û park bûye.”    * Kovara Destar ku dê bi xebateke hevkar a nivîskar û helbestvanên kurd dest bi weşana xwe bike, hewl dide ekoleke nû biafirîne.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li navçeya Rezanê bêyî ku tevdîrekê bigire pergala binerdî ya parkekê çêdike. Ji ber vê tax di nav toz û dûmanê de dimîne.    * Mazlûm Erdemê ku di Girtîgeha Ceyhan a Tîpa M'yê de ye û cezayê wî qediyaye, bi îdiaya "zêde av xerc kiriye" nayê berdan.    * Li Sasonê 400 malbat bi çandina çîlekan debara xwe dikin û dixwazin wan daxilî nav bazara cîhanê bibin.    * Parlemneterê HDP'î Alî Kenanoglû, diyar kir ku îdianameyên Doza Kobanê li ser bêbextî û derewan hatine amadekirin û got: "Her ku hevalên me van îdiayan pûç dikin, heyeta dadgehê jî bi şerm û fedî fermanên tên dayîn pêk tîne."    * Xanê Agal, bi navê "Sembola Serhildanê" pirtûkek çape kir. Pirtûk, behsa jiyan, têkoşîn û bîranên Binevş Agal (Bêrîvan) ên ku bûye sembola Newrozê.   * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 99'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (09.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinan re na" wê bi beşdariya Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li Edeneyê bi jinan re werin gel hev. (12.00-20.00)   * DÎSK wê bi boneya salvegera berxwedana 15-16 Hezîranê li gelek bajaran daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00-19.00)