Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir 2021-06-14 15:24:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Bexdayê, li Wargeha Mexmûrê ya rastî êrişa Tirkiyeyê hat, lêkolîn kir û soza wê piştgiriyê bidin gelê wargê da.      Şandeyeke ji rayedarên Wezîrtiya Koç û Penaber a Iraqê û ewlekariya Iraqê pêk tê, serdana Wargeha Mexmûrê ya rastî êrişa Tirkiyeyê hatibû kir. Şande li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rayedarên kampê re hatin gelhev û guhdarî pirsgirêkên gel kir.   Endamên şandeyên ragihadin ku ji bo lêkolînkirina êrişê, pirsgirêkên li kampê û peydakirina rêyên çareseriyê wan ev serdan kirine.   Şandeyê soz da ku wê van daxwazên xelkê kampê parve bike û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo pêşîgirtina li êrişan, ji bo ewlehiyê em ê hewl bidin. Alîkariya mirovî jî di nav de di gelek mijaran de em ê bibin alîkar." Di heman demê de, şandeyê li kampê serdana çend malbatan kir, guh da fikarên şêniyên kampê û li cihê êrişa 5'ê Hezîranê lêkolîn kir. Şandeyê ragihand ku beriya vegere Bexdayê wê serdanên xwe dewam bikin û alîkariya pêwîst bi kampê re bikin.   Piştî serdan û hevdîtinan, şande vegeriya Bexdayê.