‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’ 2021-06-14 15:01:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya ku çalakiya greva birçîbûnê ket roja 200’an di serî de Amed, Wan û Mêrsîn li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de, bal hat kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û pêkanînên li girtîgehan û hat gotin: “Em li dijî tecrîdê deng derxînin.”   Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 200'an de berdewam dike. Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Bajêr ên HDP’ê, endam û rêveberên TUAY-DER’ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û malbatên girtiyan beşdarî civînê bûn.    Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Emîn Guzel di civînê de axivî. Guzel, diyar kir ku girtiyên siyasî bi armanca tecrîda ser Ocalan bê rakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirine û wiha got: “Her ku diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin. Girtiyên ku dikevin grevê dixin hucreyên yek kesî de û wan tecrîd dikin. Wekî din sewqên girtiyan ên nexweşxaneyê bi hêceta pandemiyê nayên kirin û xwe gihandina mafê tenduristiyê tê zehmetkirin.”   BANG LI WEZARETA DADÊ KIRIN   Guzel, bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar kir û wiha axivî: “Ji bo ku qanûn ji bo hemû girtiyan weke hev bên pêkanîn, tecrîda ser Birêz Ocalan û binpêkirinên mafan bên bi dawî kirin divê Wezareta Dadê û saziyên têkildar demildest gavê biavêjin.”   Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê jî ji bo balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç, Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘DIVÊ POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ BÊ BIDAWÎKIRIN’   Daxuyaniya çapemeniyê Hevserokê TUHAY-DER’ê Umît Çapan xwend. Çapan, diyar kir ku ligel OHAL’a di 20’ê Tîrmeha 2016’an de dest pê kir di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî kirin jî li girtîgehan pêkanînên OHAL’ê hêj didomin. Çapan, destnîşan kir ku li girtîgehan di bin banê pandemiyê de tecrîda mûtleq û politikaya cezayê di nava cezayî de tê pêkanîn û wiha got: “Tabloya 6 mehên ewil ên sala 2021’ê dide nîşandan ku binpêkirin bi zêdebûnê didomin. Girtiyan diyar kirin ku li dijî tecrîda ser Birêz Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Pêkanîna tecrîdê pêkanîneke bê hiqûqiyê. Tecrîd sûcê mirovahiyê û divê demildest bê bidawîkirin.”    ‘MAFÊ BERDANÊ TÊ ASTENGKIRIN’   Çapan, da zanîn ku di çarçoveya raporên Lijneya Çavderiyê ya Girtîgehê berdana girtiyên siyasî tê astengkirin û wiha berdewam kir: “Hikumxwarî bi raporên kêfî û alîgir yên lijneya girtîgehê nayên berdan.”   ‘EM Ê BERDEWAM BIKIN KU DENG DERXÎNIN’   Çapan, diyar kir ku giliyên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên kirin ji ber mertala bêcezatiyê bê encam dimînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî li Girava Îmraliyê di kesayeta Birêz Ocalan de li hemû girtîgehan tecrîd tê pêkanîn. Em li dijî tecrîdê deng derxînin.”   MÊRSÎN   Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Çûkûrovayê jî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê civîna çapemeniyê li avahiya xwe li dar xist. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, parêzerên Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê beşdarî civînê bûn.    ‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Di civînê de rêveberê TUAY-DER’ê Ergîn Altûntaş axivî û wiha got: “Girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê dixwazin ku mafên mirovan ên bingehîn ên weke hevdîtina parêzer û malbatê, mafê tenduristiyê, mafê berdana bi şertê kontrola edlî pêk werin û şertên din ên neyînî bên sererastkirin.”