Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne 2021-06-14 09:07:00   WAN - Gelê Wanê, bertek nîşanî doza girtina HDP’ê ya cara duyemîn hat vekirin dan û gotin: “Em weke gelê Kurd û wanî heya dawiyê bi HDP’ê re ne.”   Piştî daxuyaniyên rêveberê rêxistina sûc a girêdayî dewletê Sedat Peker, têkiliyên dewlet-mafya-siyasyetê derketin holê. Hem ji ber vê û hem jî ji ber krizên aborî û civakî, cardin nîqaşên hilbijartina pêşwext ketin rojevê. Di pêvajoyek wiha de, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cara duyemîn îdîname amade kir û di 7’ê Hezîranê de, şand Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM).     Bertekên li dijî girtina HDP’ê bê navber dewam dikin. Gelê Wanê ku piştgiriyek mezin dide HDP’ê, diyar kir ku hewldana girtina HDP’ê bêmafî û bêhiqûqiye. Waniyan, da zanîn ku ew di her şert û merci de bi partiya xwe re ne.    ‘EM BI PARTIYA XWE RE NE’   Nûsret Han ê bertek nîşanî hewldana girtina HDP’ê da, wiha got: “Ger HDP bê girtin, wê dûr were CHP’ê û partiyên din jî. Ji ber vê divê her kes bertek nîşan bide.”   Welatî Devran Karakaya jî, da zanîn ku ew di her şertî de bi HDP’ê re ne û wiha bertek nîşan da: “Em wan kesên ku hewl didin partiya me bigirin, lanet dikin. Teqez em qebûl nakin ku partiya me bigirin. Êdî dest bi pêkanînên xwe yên berê berdin. Bila her kes zanibe gelê Kurd û Wanî bi partiya xwe re ne.”    ‘EV ZILME’   Fikret Tekîn jî, bal kişand ser bêdengiya desthilatdarî û dozgaran a li dijî daxuyanên Peker û wiha hirsa xwe anî ziman: “Gelo çima ji bo HDP’ê rabûn ser piyan? Çima xwe qarişî vîna gel dikin HDP vîna 6 mîlyon mirove. Çima dixwazin bigirin? Em hewldanên girtina partiyan şermezar dikin. Ev li dijî kurdan tevkujî û zilmek siyasiye. Ev ne tenê li dijî Kurdên li Tirkiyê ne, di heman demê de li dijî Kurdên Başûr û Rojava ne. Emê vê operasyona siyasî ya girtina partiya xwe qebûl nekin.”   ‘HER DER BÛYE MAFYA’   Welatiyekê ku nexwest navê xwe bide jî, dest nîşan kir ku divê ew li her derê dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Ew HDP’ê bigirin jî, negirin jî, em ê dîsa mafên xwe bixwazin. Em Kurd azadiya xwe dixwazin. Cihê Kurdan diyare. Bi înkarkerina Kurdan wê nekarin tiştekê bi ser bixin. Gelo çima derewan dikin? Em mirovin, em jî mîna wan hene û daxwaza mafên xwe dikin. Ji vê saetê û şûnde ne pêkane ku em dest ji mafên xwe berdin. Her der bûye mafya. Îro mafya li her devera Tirkiyeyê belav bûye. Êdî bese. Divê gelê Kurd dengê xwe derxîne.”   ‘EM LI DIJÎ GIRTINÊ NE’   Halîl Canci jî, diyar kir ku ew naxwazin HDP bê girtin û wiha got: “Ez HDP’î me. Min tu carî ev yek înkar nekir. Em li dijî vê kiryara Dewlet Bahçelî û Tayyîp Erdoganim. Em Kurd çêbûn, dê û bavên me peyvek bi Tirkî jî nizanin. Dilopek xwîna me jî hebe, em li dijî vê girtinê derkevin. Bi girtina HDP’ê armanc dikin ku Kurdan tune bihesibînin. Her tim dixwazin Kurdan tune bikin, lê ev roj êdî derbas bûn. Ger em van kirînan qebûl bikin jî, wê zarokên me êdî qebûl nekin. Roj ne roja bereye. Divê rêbazên nû werin ceribandin û ev pirsgirêk bê çareserkirin.”