Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin 2021-06-13 19:09:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, daxuyanî dan û gotin: "Roja roja ku îxanet ne qebûlkirin û pêşî lêgirtina wê ye. Roja roja yekgirtina li dora wan kesên ku welatê xwe bi fedakarî li dijî dijmin diparêzin e."   Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê daxuyaniyek weşand û got: "Em bang li gelê xwe dikin, li hemberî rewşa ku wê destkeftiyên sedsalan pûç bike û wê xizmetê ji dijminên gelê Kurd re bikin, divê nerazîbûna xwe nîşan bidin."   Di dewama daxuyaniya hat dayîn de, ev nirxandin hat kirin:    “Em beriya her tiştî Rêber Apo yê ku 23 sal in li Girav Îmraliyê berxwedaneke herî bêhempa ya dîrokî dike, gerîlayên qehreman ên li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijminê dagirker destwanwerî li ber xwe didin, gel û dostê xwe silav dikin. Em şehîdên şoreşa Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.   Wekî ku tê zanîn tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê ji sala 2015’an û vir ve bi plana çokdanînê li hemberî gelê kurd û destkeftiyên wê li se esasê polîtîkaya qirkirinê şerekî îmhakirinê dimeşîne. Rêber Apo di serî de em gel û tevger têkoşîna parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiyê li ser xeteke fedaî dimeşînin. Berxwedana gerîla ya ku bi serfiraziyê Garê bû lûtke, îro jî li ser xeta Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran li dijmin dixe, di heman demê de hêviya serfiraziyhê, biryardarî û bawerî ji nû ve ava kiriye, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, hatiye asta ku azadiya gelê me pêk were.   Di vê pêvajoyê de dijmin gelekî tengijiye û li ser xeta Metîna-Avaşîn û Zapê derbên giran dixwe, PDK dixwaze dijmin rizgar bike. Vê nêzikatiya PDK’ê nayê qebûlkirin û bila kes nebêje ku em ê li hemberî vî tiştî jî bêdeng bin. Ev nêzikatî tu eleqeya xwe bi kurdbûn, nirxên kurdistanî, welatparêzî, exlaqê civakî û wijdan re tune û israra di vî tiştî de tê wateya îxanetê.   Ne em ne jî gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê şerê di navbera kurdan de qebûl nake. Beriya ku hê bi derengî neketiye, ji bo ku ev tişt di dîroka gelê me de nebe deqeke reş, divê PDK helwesteke zelal pêşkêşî raya giştî ya kurdan bike. Berevajî wê çawa ku em li hemberî êrîşên îmhakirinê yên dewleta tirk li ber xwe didin, em ê li hemberî îxanetê jî berxwedaneke mezin bikin.   Em bang li gelê xwe dikin, li hemberî rewşa ku wê destkeftiyên sedsalan pûç bike û wê xizmetê ji dijminên gelê kurd re bikin, divê dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Divê nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, jin û ciwanên Kurdistanê ji bo afirandina xeta berxwedanê pêşengtiyê bike, li hemberî îxanetê bibe xwediyê helwesteke zelal û aşkera. Divê gelê me yê li başûrê Kurdistanê karesateke wisa qebûl neke. Roj roja piştgiriya berxwedêran e, roj roja qebûlnekirina îxanetê ye û divê pêşiya îxanetê were girtin.”