KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin 2021-06-13 17:02:13     NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bertek nîşanî astengkirina endamên Şandeya Aştiyê yên xwestibûn ji bo balê bikişînin ser operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor biçin Hewlêrê da û ev tişt got: “Em bang dikin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê dest ji astengkirina dostên kurdan berde.”   Konseya Meclîsa Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), têkildarî astengkirin û dersînorkirina endamên Şandeya Aştiyê ya li Balafirgeha Hewlêrê daxuyanî da.    XWEZAYÊ TALAN DIKE   Daxuyaniya KNK’ê ya derbarê mijarê de wiha ye:   “Weke tê zanîn nêzî 50 roj e dewleta tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Li herêmê gundan vala dike, bax û baxçe jî di nav de xwezaya herêmê dişewîtîne û talan dike. Êrişî penaberên Mexmûrê dike û mirovên bêguneh dikuje. Gelê herêmê û gelek rêxistin bang dikin ku gel û dostên gelê Kurd li hember dewleta Tirk helwest bigrin û xwedî li gelê herêmê û berxwedêran derkevin.    JI BO AŞTÎ Û DIYALOGÊ ÇÛN   Li hember vê rewşê, gelê me û dostên gelê kurd, dikevin nava lêgerînan û li gorî xwe li çareseriyan digerin. Yek ji van lêgerînan jî ew e ku ji bo xwedî derketina gel û ji bo li hember êrîşên dewleta tirk helwest bigrin û dengê xwe derxin, hinek dostên gelê kurd çûne Başûrê Kurdistanê. Çûna van dostan ji bo piştgirî û xwedî derketina gelê Kurdistanê ye. Ji bo hevdîtin, aştî û diyalogê ye.   ÎDIAYÊN WEZARETÊ JI RASTIYÊ DÛRIN   Lê mixabin hinek rayedarên Hewlêrê, van dostan asteng dikin û nahêlên rehet karê xwe bikin. Li ser navê Wezareta Navxweyî tenê daxuyanî dan. Bi vê daxuyaniyê jî van dostan reş dikin û wan weke çalakvanên li dijî asayîşa herêmê didin nîşandan. Bi tevahî ew daxuyanî û ew îdîa ji rastiyê dûrin û ne di xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de ne. Tiştekî bi wî rengî nîne û ew kes bi tamamî ji bo piştgiriya gelê kurd çûne wê derê.   EW KES WEKE DÎPLOMATÊN KURD XEBITÎNE   Ew kesên çûn Başûr, dostên gelê me ne. Wan kesan û hevalên wan, di berxwedana Kobanê de, şerê Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê de û di berxwedana Şengal û gelek deverên din ên Kurdistanê de, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên kurd girtine û bedel dane. Her weha van kesan di asta cîhanî de doza gelê kurd bi awayekî pozîtîf dane naskirin û weke dîplomatên kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê niyetê, bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêhvanên ezîz ên Kurdistanê ne. Pêwîste em mêhvanperweriya xwe li hember wan bidin nîşandan, pêwîste ew weke mêhvan bêne pêşwazîkirin û bêne hembêzkirin.   LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK HELWEST NÎŞAN BIDIN   Bi vê munasebetê, em bang li hukumet û asayîşa Herêma Kurdistanê dikin ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn. Em bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî û gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku van dostan bikin mêhvan û xwedî li wan derkevin. Her wiha em hemû bi hev re bi dostên xwe re, li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, helwestê nîşan bidin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin.”