Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir 2021-06-13 13:29:45   AMED - Walitiya Mûşê ku Zozanên Şênê li amediyan qedexe kir, diyar kir ku koçeran herêm “dagir û tecawiz” kiriye û derxistina wan a ji aliyê cendermeyan ve jî weke “rakirina dagirkirinê” parast.    Bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan bi biryara ku di 20’ê adarê de li Rojnameya Fermî hatibû weşandin de herêma Zozanên Şênê ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê, girêdayî Mûşê hatibû kirin. Bi biryara ewil ku Walitiya Mûşê di 11’ê Hezîranê de girt, zozanên li herêma Şênê, li gundî û koçerên di nav sînorên Amedê de dijîn re hat qedexekirin. Piştî biryarê cendermeyan koçer ji heremê derxistin. Walitiya Mûşê di fermana ji Fermandariya Cendermeyan a Mûşê re nivîsandî de diyar kir ku koçeran herem “dagir û tecawiz” kiriye û derxistina wan a ji aliyê cendermeyan ve jî weke “rakirina dagirkirinê” parast.    BARO LI HEREMÊ YE   Baroya Amedê ku piştî giliyên welatiyên ku di encama biryara Walitiya Mûşê de ji heremê hatin derxistin li heremê lêkolînkirin, îdia rast kirin. Di daxuyaniya ku Baroya Amedê weşand de wiha hat gotin: “Weke tên zanîn bi biryarnameya Serokkomar di 20’ê Adara 2021’an de Herema Zozanên Şênê ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê girêdayî Mûşê hatibû kirin. Walitiya Mûşê jî biryar dabû ku herem were valakirin. Di van çend rojan de esker biryara neheq û li dijî qanûnan pêk tînin. Esker, gundiyan bi darê zorê derdixînin. Şandeya ku ji Serokê me yê baroyê Prz. Nahît Eren, Alîkara serokê baroya me Prz. Zûhal Işik, endamên Lijneya me ya Rêveberiyê Prz. Diyar Çetedîr û Prz. Mehdî Ozdemîr û Serokê Baroya Mûşê Prz. Kadîr Karaçelîk û rêveberên baroyê pêk dihat di 13’ê Hezîranê ji bo vê pêkanîna neheq di cih de lêkolîn û çavderiyê bikin çûn herema Zozanên Şênê. Têkildarî rewşê wê encama tespît û nirxandinan ji rayagiştî re were parvekirin.”     Lêkolînên rêveberên baroyan a li heremê didome.