Şewata li Pîranê didome 2021-06-13 12:22:55   AMED – Şewata ku piştî operasyona leşkerî li navçeya Pîranê derketibû û destûr nehatibû dayîn ku bê vemirandin didome.    Şewata ku di 1’ê hezîranê de piştî operasyona leşkerî li gundê Pîrêjman ê navçeya Pîran a Amedê derketibû, cih cih didome. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, şewata ku li Çiyayê Gorseyê kêm bûye, li hin deveran hê berdewam dike û ji ber şewatê li beşeke mezin a çiya dar nemane.    DESTÛR NAYÊ DAWÎN AGIR BÊ VEMIRANDIN   Li aliye din hat diyarkirin ku leşker destûr nadin agirê ku gihîştiye ber malan bê vemirandin. Hat angaştkirin ku agirkujek hatiye cihê şewatê û xwestiye ku agir vemirîne lê leşkeran bi gefa lepirsînê nehiştiye wesayîta agirkujiyê jî agir vemirîne. Çavkaniyên herêmê angaş kirin ku leşkeran ji wan re gotiye, ‘Herêma terorîstan e, bila bişewite. Heke ew der tev bişewite terorîst nikarin bisekinin’.    GUNDIYAN LI PÊŞIYA AGIR ERDÊ VEDAN   Rexmî astengkirina leşkeran jî ji bo ku agir negihîje sînorê navçeya Miyaran a Xarpêtê gundiyan bi derfetên xwe erdê vedan û xwestin agir kontrol bikin. Ji ber erd vedanê agir berê xwe guhast û hat hînbûn ku ber bin av gundan ve diçe.    ‘BI ZANEBÛN HATIYE DERXISTIN’   Gundî derbarê agir de axivîn û diyar kirin ku ji ber ku gelek darên berûyan li herêmê hene leşker demên operasyonan nikarin bi pêş ve biçin û ji bo ku peşiya xwe vebikin bi zanebûn agir derxistine. Gundiyan, da zanîn ku agir di encama bombebaranê de derketiye.