Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin 2021-06-13 12:14:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Aşitiyê ya li Hewlêrê hatibû binçavkirin û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, di saetên şevê de hat dersînorkirin.    Şandeya Aştiyê ku li dijî operasyona artêşa tirk a li Herêma Federe ya Kurdistanê û ji bo banga aştî û diyalogê duh çûbû Hewlêrê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlerê hatibû astengkirin. Şandeya ku siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedarê kurd û Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk jî di nav de li dijî astengkirinê dest bi çalakiya grevê kiribûn. Şandeya ku dest bi çalakiya grevê kir di saetên şevê de bi lez û bez hat dersînorkirin.    WÊ DAXUYANIYÊ BIDIN ÇAPEMENIYÊ   Şandeya ku qebûl nekir bi ser Qetarê re wan bişînin Almanyayê, bi ser Misrê re şandin Ewropayê. Hejmara siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanan nehat zelalkirin. Tê payîn ku şande wê bi saeta Ewropayê saet di 15.00'an de bigihîje Balafirgeha Frankfûrt a Almanyayê û li wir daxuyaniyekê bide çapemeniyê.    LI ALMANYAYÊ ASTENGKIRIN   Li aliyê din duh di saetên serê sibê de şandeyeke ku xwestibû ji bajarê Dusseldorf ê Almanyayê, biçe bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê, li balafirgehê hatibû astengkirin. Di nav şandeya ku li Dusseldorfê hat astengkirin de siyasetmedarê kurd Abdullah Demîrbaş, Parlementerê Partiya Çepgir a Parêzgeha Hambûrgê Cansû Ozdemîr û gelek welatî hebûn.