Li Rihayê mirina biguman a jinekê 2021-06-13 10:11:14   RIHA – Zîne Karakaş ku li navçeya Siwêregê dijiya, li mala xwe mirî hat dîtin.    Hat ragihandin ku duh serê sibehê li taxa Aşagı Karabahçe ya navçeya Siwêregê ya Rihayê, jina bi navê Zîne Karakaş bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye. Li ser ser dengên çekan ciranên Karakaş çûna mala Karakaş û bi cenazeyê wê re rû bi rû man. Hat hînbûn ku Karakaş dayika 7 zarokan e û hevjînê wê beriya 2 rojan ji bo xebatê çûye Stenbolê.  Cenazeyê Karakaş, destpêkê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê û piştre jî şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.   Derbarê mirina Karakaş de lêpirsîn hat destpêkirin.