Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê 2021-06-13 09:39:36     ENQERE - Profesorê hiqûqê Metîn Gunday diyar kir ku divê daxwaza derbarê girtina HDP'ê de bê redkirin û got: "Armanc bi girtina HDP'ê perçekirina bloga demokrasiyê ye. Lewma divê li hemberî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê jî bê çêkirin."    Profesorê hiqûqê Metîn Gunday, îdianameya dudoyan a derbarê girtina HDP'ê de û zextên li ser HDP û muxalefeta civakî nirxandin.    Gunday, bibîr xist ku piştî ku Qanûna Bingehîn a 1982'yan ketiye meriyetê, li hemberî darazê operasyonek hatiye kirin û got: "Wê demê bi navê Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran desteyek hat avakirin. Ewilî erka vê desteyê ew bû ku tenê derbarê dadger û dozgerên daraza edlî de biryarê bide, lê bi van guherandinan dadger û dozgerên daraza edlî jî daxilî nav hatin kirin. Her wiha di 12'ê Îlona 2010'an de Qanûna Bingehîn hat guherandin. Bi vê guherandinê re ev operasyon deewam kir."    DARAZ TESLÎMÎ CEMAETÊ HAT KIRIN    Gunday, diyar kir ku piştî ku AKP bûye îqtidar, operasyona li ser darazê dewam kiriye û got: "Daraz, radestî cemawetê hat kirin. Piştî guherandina sala 2010'an a Qanûna BIngehîn, awayê avakirina Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran hat guherandin û bi awayekî radestî cemaetê hat kirin. Lê belê cemaetê di 17-24'ê Kanûnê de darazê bi kar aniye û paşê hewl daye derbeyekê bike. Bi vê re navbera AKP û cemaetê xerab bû. Cardin awayê Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran hat guherandin û vê carê daraz ket bin nîrê AKP'ê."    Gunday, guherandina Qanûna Bingehîn a sala 2017'an bibîr xist û got: "Bi vê guherandinê cardin sifeta 'bilind' a Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran jê hat derxistin û bû Desteya Dadger û Dozgeran. Endamên wê niha bi piranî ji aliyê AKP-MHP'ê ve tên hilbijartin. Rewşa darazê ev e."    ‘DIVÊ ÎDIANAME BÊ REDKIRIN'    Gunday, bal kişand ser mijara serlêdana derbarê girtina HDP'ê jî û got: "Îdianameya ewil kêm bû. Nakokî tê de hebûn. Hat îadekirin. Me îdianameya dawî jî bşa nedîtiye. Lê li gor agahiyên di çapemeniyê de derketin, tê xwestin qedexeya siyasî deynin ber hin HDP'iyan. Lê divê daxwaza ji bo girtina HDP'ê bê redkirin. Ji lew re ji bo girtina partiyê tu şert û mercên tune ne. Ya di warê hiqûqî de divê bê kirin, redkirina vê îdianameyê ye."    ‘DOZEKE SIYASÎ'    Gunday, anî ziman ku doza derbarê girtina HDP'ê de dozeke siyasî ye û got: "Di 7'ê Hezîrana 2015'an de îqtidara AKP'ê ya 13 salan bi dawî bû. Di vir de roleke mezin a HDP'ê ye. Blogeke muxalefetê çêbûbû. Lê di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de li Tirkiyeyê tiştên dûrî aqilan çêbûn. Îqtidara AKP'ê ya 13 salan qediyabû, lê ji bo îqtidara xwe bidomîne li gelek deran komkujî çêbûn. Welatî di navbera ewelî û azadiyê de tercîhek kirin. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de AKP, cardin bi tena serê xwe bû îqtidar. Paşê hewldaneke darbeyê çêbû. Rewşa Awarte hat îlankirin. Demokrasiya heyî ji holê hat rakirin û bi biryarnameyên Rewşa Awarte tevdîr hatin girtin. Maf û azadî bi temamî ji holê hatin rakirin. Ev qas tişt qewimîn, lê di hilbijartina 31'ê Adarê de cardin HDP encamine baş bi dest xistin. Blogeke demokrasiyê ya ne li ser kaxezê derket holê. Hilbijêrên HDP'ê li bajarên mezin piştgiriya namzetên CHP'ê kirin û bi ser ketin. Ev hemû, nîşan didin ku doza niha ku tê xwestin HDP bê girtin, dozeke siyasî ye."    BLOKA DEMOKRASIYÊ    Gunday, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîza aborî kûr bûye, zext û zorî zêde bûne, maf û azadî hatine astengkirin û ne mimkun e ku di şert û mercine wiha de bloka AKP-MHP'ê bi ser bikeve. Gunday got: "Dawiya Pergala Hikûmeta Serokkomariyê hat. Lê ji bo ev pergal nedome, cardin pêvajoya demokrasiyê dest pê bike, cardin daraz bibe serbixwe û bêalî, divê li dijî bloka îqtidarê bloka demokrasiyê bê çêkirin. Navê bloka demokrasiyê ne tifaq be jî, lê me di hilbijartina 2019'an de serketina wê dît."    ARMANC PERÇEKIRINA BLOGA DEMOKRASIYÊ YE    Gunday, destnîşan kir ku doza bi daxwaza girtina HDP'ê hatiye vekirin di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin û di vî warî de di Qanûna Bingehîn û Qanûna Partiyên Siyasî de tu tişt tune ye û got: "Lê dê AYM biryareke wiha bide nede nizanim, mirov nikare texmîn bike. Lê belê heger rabin biryarekî hiqûqî bidin, ev biryar jî divê redkirina vê daxwazê be. Bi vê armanc perçekirina bloga demokrasiyê ye. Di vir de jî tekane HDP, HDP ye. Dibêjin, 'Heger em HDP'Ê bigirin em ê bloga demokrasiyê perçe perçe bikin û dê rejîma yekzilamî cardin bidome.' Armanca wan ev e."    'BI BÊDENGIYÊ TIFAQ NEPÊKAN E'    Gunday, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şert û mercên Tirkiyeyê giran bûne û got: "Vîdeo, derketin holê. Rezalet. Lê heger blogeke demokrasyê çênebe, dê pergala qirçeqirça wê ye, veguhere betonek wisa ku dê tu tişt enguhere. Em ê bi rewşeke hîn girantir û xirabtir rû bi rû bimînin. Encama girtina HDP'ê ev e. Lewma ji bo bloga demokrasiyê neyê perçekirinê, têkoşîn divê. Bi bêdengiyê, mixabin tifaq çênabe."    MA / Zemo Aggoz