106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne 2021-06-13 09:03:50   MÊRDÎN - Suryanî, ji bo 106'emîn bîranîna Komkujiya Seyfoyê dest bi amadekariyan kirin. Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî Evgîl Turker, anî ziman ku ji ber komkujiyê ne li benda tazmînatê, li benda hevrûbûn û lêborînê ne.    Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de, bi destê Cemiyeta Îttihat û Terakkiyê gelek xirîstiyan hatin kuştin. Suryaniyan jî nesîb ji van komkujiyhan girt. Di sala 1915'an de bi hezaran suryanî hatin kuştin û bi hezaran jî hatin koçberkirin. Tiştên qewimîn wekî "Komkujiya Seyfo" di nav rûpelên dîrokê de hatin tomarkirin. Li gel suryaniyan asûrî, keldanî û gelên aramî jî nesîb ji van komkujiyan girtin.   Gelê suryanî bi boneya salvegera 106'emîn a komkujiyê dest bi amadekariyan kirin. Dê bîranîn di 15'ê Hezîranê de li gelek navendan bi çalakiyên cuda bê lidarxistin.    Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sabro Evgîl Turker, behsa Seyfoyê û têkoşîna suryaniyan kir.    ÇI QEWIMÎ?    Turker, bibîr xist ku di dema Dewleta Osmanî de rêvebiriya Cemiyeta Îttihat û Terakkî li dijî xeyrî muslîman tevgereke qirkirinê daye destpêkirin û di 24'ê Nîsana 1915'an de ewilî êrîş birine ser ermeniyan û di vê demê de li dijî suryaniyan jî liv û tevger çêbûne. Turker, anî ziman ku li herêma "Tûrabidîn"ê êrîşên qirkirinê yên li dijî suryaniyan di 15'ê Hezîrana 1915'an de dest pê kirine û kesên ji komkujiyê xelas bûne li ber xwe dane û got: "Piştî êrîşên ewil ên li Midyadê, li navenda bajêr bi qasî hefteyekê berxwedanek çêbû. Paşê suryaniyên li herêmê çûn xwe li gundê Anyvertê girtin. A rast êrîş bi girtina mêrên protestan dewam kir. Paşê li gelek gundan komkujî çêbûn. Tevî eskerên osmanî hin eşîretên kurdan jî daxilî nav êrîşan bûn. Hin aşîret jî ji bo pêşî li ber êrîşan bigirin, têkoşiyan. Eskerên Osmanî û eşîretên di nav Alayên Hemîdiyeyê de cih girtin, li gundê Aynvertê bi qasî du mehan suryanî dorpêç kirin. Suryanî jî li ber xwe dan. Dorpêçkirin bi awayekî dijwar bû sedema mirina suryaniyahn."    Turker, ku got "qirkirinek mezin çêbû" got: "Ji wê rojê heya niha Suryanî bi xwe ve nehatin. Di salên 1930'yî de Îsmet Înonu hat herêmê, raporek amade kir. Digot, suryanî hîn jî li herêmê ne û 'ji ber ku nebûne misilman asîmlekirina wan ne mimkune, lewma divê bên koçberkirin.' Di dema Şerê Cîhanê yê Dudoyan de Baca Hebûnê pêk anîn. Baca Hebûnê, darbeyek mezin bû li hemberî suryaniyan. Ev ji bo hemû kêmaniyên din jî wisa bû. Armanc gelê xirîstiyan ji binî de koçber bikin. Wisa jî kirin."    POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ    Turker, destnîşan kir ku Seyfo hîn jî didome ûg ot: "Muxatab Komara Tirkiyeyê ye. Belê, di dema Osmaniyan de bû. Jixwe em Tirkiyeyê sûcdar nakin, lê divê Tirkiye jî vê qebûl bike. Mixabin her hikûmeta tê xwe li nedîtinê datîne. Dide ser rêya polîtîkaya înkarkirinê."    Turker, destnîşan kir ku suryanî li benda lêborînê ne û got: "Gotina 'suryanî ji paş de derb lêxistin' ne rast e. Suryanî tu carî wekî welatî esas nehatine girtin. Ev hatin serê me jî û hîn jî di gelek waran de tê serê me. Qanûna Bingehîn dibêje hemû welatî wekhev in, lê di pratîkê de tiştekî wiha tune ye. Em ne wekhev in."    GIRÊDAYÎ PIRSGIRÊKA KURDÎ YE    Turker, anî ziman ku niha ne bi awayekî fîzîkî be jî lê suryanî bi ruh û fikira xwe li herêma Tûrabîdînê ne.    Turker got: "Di dema pêvajoya çareseriya demokratîk de, bihêvî bûn. Lê niha cardin rewş veguheriye wekî berê. Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd de Rewşa suryaniyan jî girêdayî çareserkirina pirsgirêka aborî, demokratîkbûyînê û çareserkirina prisgirêka kurdî ye. Heger li Tirkiyeyê pêvajoyeke demokratîk çêbibe, suryanî amade ne vegerin. Em Seyfoyê ji bîr nakin. Lê em zarokên xwe jî bi nefret û kînê mezin nakin."    LI BENDA LÊBORÎNÊ NE    Turker, destnîşan kir ku hê jî ji ber tiştên hatine serê suryaniyan di civakê de bi awayekî berbiçav xwerexnekirin çênebûye. Turker, bilêv kir ku xwerexnekirina hin siyasetmedarên kurd bûye cihê hêviyê, lê têr nake. Turker, anî ziman ku a girîng bi awayekî civakî xwerexnekirinê bê kirin, ji lew re kurd, suryanî û ermenî merivên hev in û divê ev yek baş bê nirxandin.    Turker di dawiya axaftina xwe got: "Em doza tazmînatê li dewletê nakin. Em tenê li benda hevrûbûn û lêborînê ne. Hevrûbûyîn pir girîng e. Heya hevrûbûn çênebe tu yê nikaribî nîqaş bikî. Heger hevrûbûyîn çêbibe, tu yê rûnê û nîqaş bikî. Çi bû? Çi hat serê vê civakê? Suryanî ji çi tirsiyan? Heger dewlet xwe nede ber van pirsan, dê suryanî pê ewle nebin. Heger pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re neyê nîqaşkirin dê ne ev herêm ne jî ev welat îflah nebe."    MA / Ahmet Kanbal