Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin 2021-06-13 09:02:33   ÎZMÎR - Endama Ege TUHAY-DER'ê Selma Altan, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye. Altan, destnîşan kir ku dê tecrîd bi piştevanî û berxwedanê bê şikandin.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 199 roj in didomin. Endama Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Egeyê Selma Altan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand.    BINPÊKIRINA MAFÊ PARASTINÊ    Altan, anî ziman ku piştî pandemî belav bûye îdareya girtîgehê pêdiviyên paqijiyê yên girtiyan peyda nekirine û tiştên li kantînê tên firotin jî pir biha ne. Altan, destnîşan kir ku bi betalkirina hevdîtinên vekirî û kêmkirina hevdîtinê girtî re pêwendiya girtiyan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Altan, diyar kir ku hevdîtinên parêzeran jî bi awayekî girtî tên kirin û ev binpêkirina mafê parastinê ye û dijî qanûnê yhe.    AVÊTINA SER QAWÎŞAN    Altan, diyar kir ku gardiyan tim davêjin ser qawîşan û got: "Bêhincet davêjin ser qawîşan. Ji lew re berê piştî hevdîtinên vekirî bi hinceta gelo dibe ku tiştek xistibin hundir, davêtins er qawîşan. Lê niha hevdîtinê vekirî jî tune ne. Lê dîsa jî bi awayekî kêfî davêjin ser qawîşan. Armanc tepisandin e."    ‘ODEYÊN KARANTÎNAYÊ ÎŞKENCEXANE NE'    Altan got: "Li girtîgehan bi navê mesafeya fizîkî tiştek tune ye. Di qawîşên deh kesî de 20 kes dimînin. Girtî piştî ji nexweşxane û dadgehê vedigerin 14 rojan tên karantînakirin. Her wiha gava girtiyek berê çûbe nexweşxaneyê û kesên din jî dixin cem wan, dema karantînayê ya girtiyên din jî tê dirêjkirin. Hin girtî hene 36 rojan di karantînayê de mane. Odeyên karantînayê, bûne îşkencexane. Ji lew re li van odeyan pirtûk, TV û eşyayên we yên taybet tune ne."    Altan, bal kişand ser rewşa tenduristiyê jî û destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin.    Altan, anî ziman ku bi Qanûna Înfazê re ku ji serê salê heya niha pêk tê, Desteya Şopandina Girtîgehê înfaza girtiyan dişewitîne û ji bo vê jî herêma pîlot Girtîgeha Şakranê hatiye hilbijartin. Altan got: "Li girtiyan çûna qawîşên serbixwe ferz dikin. Dixwazin sûdê ji qanûna poşmaniyê bigirin. Her wiha kesên cezayên wan qediyane jî nayên berdan. Ji bo şewitandina înfazê jî gelek bahaneyan didin ber girtiyan. Mesela ji ber peyveke di nameyê de înfaz tê şewitandin."    TECRÎD BELAV BÛ    Altan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û got: "Tecrîda li Îmraliyê pêl bi pêl li girtgehên din belav bûye. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ya li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan, didomin. Fikarên xizmên girtiyan zêde dibin. Wezareta Dadê nabihîse. Lê wekî her carî em ê karibin bi piştevanî û berxwedanê ji heq van pêkûtiyan derkevin. Em mil bidin milê hev du em ê ji heq derkevin. Ji lew re li Tirkiyeyê faşîzmeke dijwar heye. Ji xeynî berxwedan û pişetvaniyê tu çareyeke gel tune ye. Banga me ev e; em ji bo girtiyan li ber xwe bidin."    MA / Nacî Kaya