Li Gebarê şewat derket 2021-06-13 08:28:46   ŞIRNEX – Li navçeya Basa li pêşa Çiyayê Gebarê agir bi daristanê ket.   Li bejahiya gundê Zêwê yê navçeya Basa ya Şirnexê li pêşa Çiyaya Gebarê agir bi daristanê ket. Şewata ku sedema derketina wê nehat zanîn û mudaxale nayê kirin, her ku diçe berbelav dibe. Sala borî li heman herêmê ji ber top avêtina leşkeran a ji Qere Şêwê gelek caran şewat derketibû.