ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-12 09:00:16 * Welatiyên Wargeha Mexmûrê bertek nîşanî êrîşên TSK, bêdengiya NY'ê û PDK'ê dan û gotin: "Dewleta tirk, hebûna kurdan ji xwe re wekî xetereyekê dibîne û ji ber wê dixwaze kurdan biqedîne."  * Dê di 19'ê Hezîranê de li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê li Stenbolê mîtîngeke mezin a jinan bê lidarxistin. Jinên îzmîrî ku dest bi amadekariyên mîtîngê kirine gotin: "Em ji hev re dibin jiyan, li dijî nefreta we dijîn."    * Serokê Komeleya Şopandin û Pêşîlêgirtina Karkeriya Zarokan Mehmet Bayram, destnîşan kir ku sedema sereke ya şixulandina zarokan bêedaletiya civakî ye û heya pêşî li ber xizaniyê neyê girtin, dê pêşî li ber şixulandina zarokan jî neyê girtin.    * Ji bajarên ku zêde zarok lê tên şixulandin yek jê jî Amed e. Rêvebirê Komeleya Rengarenk Ûmûtlar Ûmût Civan Aytaş, destnîşan kir ku ancax bi refleksên polîtîk pêşî li ber vê pirsgirêka pergalî bê girtin.    * Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, 28 sal berê li Wanê hatibû kuştin. Hîn jî kiryarên Karaagar nehatine dîtin.    * Karkerên demsaliyê di konan de ji bo debara xwe li ber xwe didin. Li Meletiyê karkerên ku avê ji devereke 5 kîlometre dûrî wan dikişînin, di şert û mercên bêceryan û nepak de tên şixulandin.    * Ji ber hişkesaliyê cotkar zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku perîşan bûne û dixwazin aliyê wan bê kirin.    * Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û demokratîk, ji bo xwedîlêderketina li çalakiyên greva birçîbûnê bang kirin û gotin: "Mezinkirina berxwedana girtiyan deynê stuyê me ye."    * Şandeya KCD, DBP û HDP'ê wê li Silopiya ber bi Deriyê Xabûr ê li sînorê Herêma Kurdistanê ve li dijî operasyonên derveyî sînor meş li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê li Stenbolê di hefteya 846'emîn de wê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya li Enqereyê wê di hefteya 353'yemîn de bi civîna çapemeniyê balê bikişîne ser rewşa girtiyên xweş. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan wê di hefteya 644'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan wê di hefteya 481'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê di hefteya 481'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Esenler, Başakşehîr û Sultanbeyliyê yên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê civînên gel li dar bixin. (15.00)