Şewata li Kerboranê dewam dike 2021-06-12 08:48:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Li çoltera Kerboranê ya Mêrdînê, duh agir bi daristanê ketibû. Şewata ku li herêmê belav bû dewam dike.   Li gundikê Ulu Çinar û gundên Su Çati û Soganli yê girêdayî navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, duh piştî nîvro ji ber sedemekê nehat zanîn agir bi daristanê ket. Şewat heya niha dewam dike. Bi tu awayî mudaxileyê şewat nayê kirin û her ku diçe şewat belav dibe. Hat diyarkirin ku ji ber şewatê heye niha bi hezaran dar bûn xwelî.